Mark Esper: Kurdistan hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê

15-02-2020
Nîşan Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Munchenê li gel Mark Esper Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê civiya û Mark Esper dibêje, “Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê.”

Hêmin Hewramî, endamê şanda Herêma Kurdistanê di kombûna li gel Wezîrê Berevaniyê Amerîkayê de, derbarê naveroka civînê de ragihand ku ew civîn li ser sê mijarên girîng birêve çû ku dibêje, “Hemahengiya bo berdewamkirina wê hevkariya Amerîkayê ku bi rêya Pentagonê bo piştevaniyê dişîne, du, hemahengiya zêdetir bo rêgirtin li serîhildana DAIŞê li navçeyê û sê, ronîkirina li ser helwesta Herêma Kurdistanê di wan milmilaneyên herêmî de li navçeyê ku asayişa Herêma Kurdistanê ranekişîne bo nav wan milmilaneneyan.”

Hêmin Hewramî herwiha got, “Şanda Herêma Kurdistanê li gel sê wezaretên Amerîkayê ku beşdar in di Konferansa Munchenê de, civiya. Herwiha civîn dê li gel wezîrên derve yên Rûsya û Îranê jî dibin ku ev nîşaneya serkevtina siyaseta Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha li gor daxuyaniya derbarê kombûna li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de jî, Mark Esper amaje bi wê kiriye ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê û got jî, ew dê berdewam bin li ser piştevanî û rahênana Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û tekezî li ser wê kir, “Hevpeymaniya Amerîka û Herêma Kurdistnê gelek girîng  e bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst