Dîdar û kombûnên Mesrûr Barzanî di roja duyem a Konferansa Munchenê de

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja duyem a Konferansa Asayişê ya Munchenê de dîdar û civînên li gel serkirdeyên welatan berdewam dike.

15-02-2020

22:12

Emîndarê Komkara Erebî: Herêma Kurdistanê nimûneyek a serkevtinê ye li Iraqê

Hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê li Almanyayê berdewam in

Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê kombûnên  xwe yên di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê berdewam e.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxeyis li Munchenê di çarçoveya Konferansa Asayişê de kombûnek encam dan.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Komkara Erebî roleke erênî bo dabînkirina aramiyê li Iraqê bilîze.

Ji aliyê xwe ve Ehmed Ebûlxeyis ezmûna Herêma Kurdistanê bi nimûneyeke serkeftî ya desthilatdariyê li Iraqê bi nav kir û ragihand ku ew yek ji ber jêhatî û zanebûna Serkirdatiya Serok Mesûd Barzanî çê bûye.

Herwiha Ehmed Ebûlxeyis di berdewamiya axaftinên xwe de piştgîriya Komkara Erebî ji mafên gelê Kurd di çarçoveya Iraqê de diyar kir.

Zêdetir bixwîne

19:12

Serokwezîrê Hollandayê: Em dixwazin peywendiyên aborî ligel Herêma Kurdistanê berfireh bibin

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte di çarçoveya birêveçûna duyemîn roja Konferansa Asayişê ya Munchenê de ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin aborî ligel Herêma Kurdistanê bihêz bikin û niha li rewş û mercan temaşe dikin ka bizanin çawa dikarin vê yekê pêk bînin.

Marl Rutte ji peyamnêra Rûdawê Ala Şalî re ragihand ku Hollandayê di ware serbazî de peywendî ligel Herêma Kurdistanê heye û 50 şêwermendên serbazî yên wî welatî li Hewlêrê hene û bi Hêzên Pêşmerge rahênanê dikin.

Rutte got: “Peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê di ware keştûkal û çendîn aliyên de baş e, hikûmeta me û Hikûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyên berdewam ligel hev hene.”

Serokwezîrê Hollandayê herwiha diyar kir ku ew dixwazin di ware çaksaziyan de jî hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku niha berdewam in.

Herwiha di civîneke rojnamevanî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hevbeşiyek û dostaniyeke baş ligel Hollandayê heye û di çend salên vê dawiyê de Herêma Kurdistan û Holandayê ligel hev karên hevbeş kirine.

Zêdetir bixwîne

15:42

Mesrûr Barzanî li gel Lindsey Graham û şanda pê re civiya

Mesrûr Barzanî li gel Lindsey Graham û şanda pê re civiya

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kombûnên  xwe yên di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyaym berdewam e.

Di dawîn civîna xwe de Mesrûr Barzanî pêşwazî li Senatorê Komarî yê Kongresa Amerîkayê Lindsey Graham û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî di tiwîtekê de amaje bi civîna li gel şanda Kongresa Amerîkayê kir û spasiyên xwe pêşkêşkirin ji bo “dostiya mayînde ya Amerîkayê li gel Herêma Kurdistanê”.

 

Zêdetir bixwîne

14:38

Mesrûr Barzanî bo Lavrov: Divê rêz li mafên Kurdên Sûriyê weke girtin

Civîna Mesrûr Barzanî û Sergey Lavrov li Munchenê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya aşkere kir ku wî ji Lavrov xwestiye, Rûsya bibe navbêynkar bo çareseriya siyasî li Sûriyê ku tê de rêz li mafê Kurdan were girtin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Munchenê di çarçoveya Konferansa Asayişê de kombûnek encam dan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civînê di tiwîtekê de ragihand, ku ligel Sergey Lavrov tekezî li ser pêwîstiya kêmkirina aloziyan bi taybet li Sûriyê kirine.

Mesrûr Barzanî herwiha ragihand ku wî daxwaz ji Lavrov kiriye ku Rûsya bibe navbênykar bo dîtina çaresereke siyasî bo Sûriyê ku rêz li mafê hemûyan were girtin, di nav de Kurd.

 

Zêdetir bixwîne

12:45

Serokwezîrê Kiwêtê: Derfetên baş ên weberhênanê li Kurdistanê hene

Civîna Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokwezîrê Kiwêtê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Kiwêtê Şêx Sebah Hemed Elsebah kir. Serokwezîrê Kiwêtê amake bi wê kir ku ew girîng dibînin pwywendiyên di navbera herdu aliyan de bên pêşxistin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê civînê de rewşa Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kiwêtê de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Serokwezîrê Kiwêtê amadebûna welata xwe derbirî bo geşepêdana zêdetir bo peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê, taybetî di warê bazirganî de.

Şêx Sebah Hemed Elsebah amaje bi wê kir ku Herêma Kurdistanê roleke girîng li navçeyê heye û defetên baş ên weberhênanê li Kurdistanê hene û got ku ew girîng dibînin peywendiya bazirganî ya Kiwêtê li gel Herêma Kurdistanê pêş bikevin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya dewleta Kiwêtê kir bo girîngîpêdana bi peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û got, “Bingeheke libar bo weberhênan heye û em dê hemû asankariyên pêwîst dikin ji bo weberhênerên navxwe û derve.”

Zêdetir bixwîne

11:02

Mark Esper: Kurdistan hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê

Civîna Mesrûr Barzanî û Mark Esper

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Munchenê li gel Mark Esper Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê civiya û Mark Esper dibêje, “Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê.”

Hêmin Hewramî, endamê şanda Herêma Kurdistanê di kombûna li gel Wezîrê Berevaniyê Amerîkayê de, derbarê naveroka civînê de ragihand ku ew civîn li ser sê mijarên girîng birêve çû ku dibêje, “Hemahengiya bo berdewamkirina wê hevkariya Amerîkayê ku bi rêya Pentagonê bo piştevaniyê dişîne, du, hemahengiya zêdetir bo rêgirtin li serîhildana DAIŞê li navçeyê û sê, ronîkirina li ser helwesta Herêma Kurdistanê di wan milmilaneyên herêmî de li navçeyê ku asayişa Herêma Kurdistanê ranekişîne bo nav wan milmilaneneyan.”

Hêmin Hewramî herwiha got, “Şanda Herêma Kurdistanê li gel sê wezaretên Amerîkayê ku beşdar in di Konferansa Munchenê de, civiya. Herwiha civîn dê li gel wezîrên derve yên Rûsya û Îranê jî dibin ku ev nîşaneya serkevtina siyaseta Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha li gor daxuyaniya derbarê kombûna li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de jî, Mark Esper amaje bi wê kiriye ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye li navçeyê û got jî, ew dê berdewam bin li ser piştevanî û rahênana Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û tekezî li ser wê kir, “Hevpeymaniya Amerîka û Herêma Kurdistnê gelek girîng  e bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.”

Zêdetir bixwîne

11:31

Dîdar û kombûnên Mesrûr Barzanî di roja duyem a Konferansa Munchenê de

-

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja duyem a Konferansa Asayişê ya Munchenê de dîdar û civînên li gel serkirdeyên welatan berdewam dike. 

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di duyem roja Konferansa Munchenê de dê li gel van berpirsên cîhanê kombûnan  encam bide;

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian

Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte

Serokwezîrê Kiwêtê Şêx Sebah Xalid Hemed Elsebah

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elhekîm

Sekreterê Komkara Erebî Ehmed Ebu Elxeys

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Elsifdî

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham

Şandeke parlamentoya Almanyayê

Zêdetir bixwîne