Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz civiyan

15-02-2019
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Falih Feyaz Munich Civîn
A+ A-

Munich (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê de li gel Şêwirmendê Encûmena Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya.

 

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel şandên welatên biyanî de, vê êvarê Mesrûr Barzanî li gel Şêwirmendê Encûmena Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya.

 

Hat diyarkirin ku di civînê de behsa girîngiya karkirina bi mekanîzmaya emnî ya hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li deverên taybet bi madeya 140 hate kirin û di derbarê zêdebûna liv û tevgerên DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Selahedîn, Diyala û beşek ji parêzgeha Enbarê de her du alî dilgiraniya xwe anîn ziman.

 

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku rawestandina DAIŞê û şerê îdeolojîk ê li dijî DAIŞê pêdiviya xwe bi hevkariya berdewam di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye.

 

Di beşeke din a civînê de herdu alî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê li ser esasê nexşerêya madeya 140 a destûra Iraqê hevnêrîn bûn.

 

Gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û pêşhatên deverê mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst