Li zanîngeheke navdar a Amerîkayê zimanê Kurdî tê hînkirin

Pensîlvanya (Rûdaw) – Li Zanîngeha Pensîlvanyayê dest bi perwerdeya zimanê Kurdî hat kirin, xwendekarên wê beşê Kurd nînin, lê mamosteyê wê beşê Kurd e û xelkê Başûrê Kurdistanê ye.

 

Xwendekarekî bi navê Christine Perkinz berî niha li Başûrê Kurdistanê û li nêzîkî Mûsilê li nexweşxaneyekê xebitiye û dibêje ku ev bûye sedema wê yekê ku fêrî zimanê Kurdî bibe.

 

Mihemed ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye û li wir weke rojnamevan xebitiye, di vê pola destpêkê de xwendekaran fêrî nivîsandin û xwedina alfabeya Kurdî dike.

 

Herwiha Katarina ku weke şûnwarnasek hatiye Kurdistanê, dixwaze bi fêrbûna zimanê Kurdî vegere Kurdistanê û bikare zêdetir rabirdûya gelê Kurd nas bike.

 

Xwendekarekî bi navê Adam Green jî dixwaze nivîsandina Kurdî bike çavkaniya lêkolînên xwe yên di warê peywendiyên navdewletî de. Adam Green dibêje: “Dema vî zimanî fêr bibim, dê tiştekî nuwaze û stratejîk be, ji ber ku heta di nav kesên akademîsyen de jî gelek kes Kurdî nizanin.”

 

Temenê Zanîngeha Pensilvanyayê ji temenê Amerîkayê kevntir e. Di nav zanîngehê de peykerê Benjamin Franklin heye, siyasetmedarê ku berî serxwebûna Amerîkayê, ev zanîngeh ava kir.

 

Li Amerîkayê zanîngeheke din jî heye ku têde zimanê Kurdî tê xwendin; Zanîngeha Berkeley a li Kalîforniyayê.