Ursula von der Leyen: Em piştgiriya xwe ya bo Kurdan didomînin

15-02-2019
Ala Şalî
Ala Şalî
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen
Nîşan Ursula von der Leyen Almanya Kurd Piştgirî
A+ A-

Munich (Rûdaw) – Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen ji Rûdawê re ragihand ku Almanya dê di qonaxa piştî şerê DAIŞê de jî piştgiriya xwe ya bo Kurdan bidomîne.

 

Ursula von der Leyen di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê de bersiv da pirsên Peymanêra Rûdawê Ala Şalî û got: “Hevalên me yên Kurd, Pêşmerge, di şerê dijî DAIŞê de giring bûn. Ew li eniyên pêş bûn û gelek qehreman bûn û gelek qurbanî dan. Lewma me wê demê piştgiriya wan kir, lê niha jî em dê piştgiriya wan bikin, dema pêvajoya seqamgîrkirin û cardin avakirina welat birêve biçe.”

 

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen li ser beşdariya şanda Herêma Kurdistanê di Konferansa Asayişê ya Munichê de got: “Ev nîşaneya hevrêyiyê ku em her sal hevrêyên xwe yên Kurd di Konferansa Asayişê ya Munichê de dibînin, herwiha boneyeke baş e ji bo encamdana hevdîtinên dualî, lewma ez bi dîtina hevrêyên xwe yên Kurd gelek kêfxweş im.”

 

 

 

Li ser pirsa nêrîna Almanyayê derbarê devera aram de ku ji bo bakurê Sûriyê tê behskirin, Ursula von der Leyen got: “Ev pirsyareke balkêş e, divê em li gel gelek pirsyarên vekirî serederî bikin ku hêj mane, lê prensîpeke zelal e ku divê em bawer bikin Kurdên ku ji bo me şer kir, dê parastî bin.”

 

Ursula von der Leyen herwiha got: “Em di cîhaneke wisa de dijîn ku em nikarin pişta xwe pê girêbidin, ev rast e. Lê belê ji vê jî giringtir hinek hevpeymanî ye, weke nimûne li gel hevrêyên me yên Kurd, herwiha hevpeymaniya weke NATO yan Yekîtiya Ewropayê, di wê demê de em biçûk bin yan mezin, em bihevre dibin û em şiyaneke bihêz ku îro pêwîst e, çêdikin.

 

Îro înê (15-02-2019) li bajarê Munich ê Almanyayê Konferansa Asayişê ya Munichê dest pê kir. Nêzîkî 35 serkirdeyên welatan û 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevaniyê yên welatan beşdarî konferansê bûn.

 

Şanda Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî konferansê bû.

 

Konferansa Asayişê ya Munichê konferanseke salane ya li ser sîstema asayişa navdewletî ye û ji sala 1963an ve tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst