Akar: Nabe valahiya vekişîna Amerîkayê ji YPGê re bibe devera aram

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku nabe piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê ew valahiya ku çêdibe, ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibe devereka aram.

 

Hulusi Akar di beşdariya Konferansa Asayişê ya Munichê de li ser qonaxa piştî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bersiv da rojnamevanan.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku nabe vakahiya ku piştî vekişîna Amerîkayê li herêmê çêdibe, ji bo YPG bibe devereke aram.

 

Daxuyaniya Hulusi Akar di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêkanîna devereke aram li Sûriyê bi başî bi nav kiriye û Tirkiye jî di vê mijarê de weke wî difikire.

 

Lê belê heta niha Amerîka şêwaza birêvebirina vê deverê zelal nekiriye. Di demekê de ku Tirkiye dibêje divê ew dever di bin kontrola Enqerê de be.