Biden li ser agirbesta Îsraîl û Hemasê daxuyaniyek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku di encama dîplomasiya hevbeş a Misir û Qeterê de di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser agirbestê û peymaneke dîlan lihevkirin çêbûye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbestek pêk hatiye.
Biden di daxuyaniya xwe de got, "Îro di encama dîplomasiya hûr a ku Amerîka bi Misir û Qeterê re meşandiye de, Îsraîl û Hemas li ser agirbestek û lihevkirineke derbarê dîlan gihîştin lihevkirinekê."
Biden diyar kir ku ew bi xebera agirbestê kêfxweş bûne û bi vê lihevkirinê re "pevçûn" li Xezeyê dê bên rawestandin, dîl dê werin berdan û dê Filistînî bigihîjin alîkariyên mirovî yên ku pêwîstiya wan pê heye.
Biden got, "Ji bo bidawîkirina pevçûnan û destpêkirina avakirina aştî û ewlehiyê demeke dirêj pêwîst bû"
Her wiha Biden destnîşan kir ku ew bi taybetî ji ber ku dîl dê werin berdan gelekî dilxweş e.