Amerîka: Hevkariya me ya bi HSDyê re dê bi hêz bimîne
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî John Kirby ragihand ku ew bi hevkariya HSDyê li dijî DAIŞê şer dikin û got, “Hevkariya me ya bi HSDyê re dê bi hêz bimîne."
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî John Kirby doh ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand ku erkê hêzên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê têkoşîna li dijî DAIŞê ye.
“Em tenê ji bo armancekê li wir in”
John Kirby derbarê vê yekê got, "Wekî hûn dizanin, hebûna me ya leşkerî li Sûriyeyê biçûk e.
Em tenê ji bo armancekê li wir in, ew jî berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞê ye."
Kirby hişyarî da ku DAIŞ dixwaze ji rewşa niha ya Sûriyeyê sûdê wergire û got:
"DAIŞ dixwaze ji bêîstiqrariya li Sûriyeyê sûdê wergire.
Ji wan re ti tişt ji valahiyê ne xweştir e, ji wan re ti tişt ji valahiyeke bêdesthilat ne xweştir e ku tê de azadane bigerin û hewl bidin xwe ji nû ve rêxistin bikin."
“Ev hevkarî dê gelekî bi hêz bimîne”
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî amaje pê kir ku hêzên Amerîkayê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyonên li dijî DAIŞê dikin û got:
"Ev hevkarî dê gelekî bi hêz bimîne û em dixwazin berdewam bike."
“Mafê Tirkiyeyê heye xwe biparêze”
Kirby "metirsiyên Tirkiyeyê" yên li ser sînorên wê yên bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re wekî "rewa" bi nav kirin û got:
"Em fêm dikin ku Tirkiye li ser sînor xwedî metirsiyên ewlehiyê yên rewa ye.
Xelkê, bajarok û bajarên Tirkiyeyê li ser sînor rastî êrişên terorîstan hatine.
Mafê wan ê rewa heye ku li hemberî êrişên terorîstî xwe biparêzin."
John Kirby dijayetiya xwe ya li hemberî her operasyonê nîşan da ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li dijî HSDyê bê kirin û bibe sedema ku bala HSDyê ji şerê li dijî DAIŞê dûr bikeve.
"Lihevkirin gelekî nêzîk e"
Kirby di bersiva pirseke din a Rûdawê a li ser agirbesta li Xezeyê de got:
“Em li Dohayê navbeynkariyê di navbera Hemas û Îsraîlê de dikin. Lihevkirin gelekî nêzîk e.”
#VÎDEO - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî John Kirby ji Rûdawê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 15, 2025
🎙️ Hevkariya me ya bi #HSD'yê re dê bi hêz bimîne
🎙️ Armanca me nehiştina DAIŞê ye
🎙️ DAIŞ dixwaze sûdê ji rewşa heyî bibîne#Rojava #USA #ISIS pic.twitter.com/sgqZNMhk6S