Bob Menendez: Li dijî wê yekê me F-16 bo Tirkiyê bên firotin

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Bob Menendez F-16 Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerêkayê (Senato), careke din tekez kir ku Kongres dijî firotina firokeyên F-16 e bo Tirkiyê.

Roja Şemiyê 14ê Çileya 2023an Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran a Amerîkayê Bob Menendez derbarê plana Koşka Spî ya firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê de, ragihand ku ew li Kongresê wê plane red dikin û got: “Sedema dijayetîkirina wê plane jî, helwêst û biryarên vê dawiyê yên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan in.”

Di vê derbarê de Menendez dibêje: “Herwek çend caran min vekirî gotiye, bi dijwarî dijayetiya pêşniyara îdareya Biden a firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê dikim. Serok Erdogan li ser binpêkirina yasayên navdewletî, mafên mirov, bihayên demokratîk, tevgerên metirsîdar û nearamîkirina li Tirkiyê û herwiha welatên endamê NATOyê berdewam e.”

Ew Senatorê Demokrat dibêje, heta Tirkiye û serokkomarê wê gefên xwe bidawî nekin, rewşa mafên mirov li welatê xwe baştir nekin, rojnamevan û siyasetmedarên opozisyonê azad nekin û wek hevpeymanekî cihê baweriyê tevnegere, helwêsta wan li beramber wê mijarê naguherin.

Îdareya Biden reşnivîseke firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê bi bihayê 20 milyon dolar amade kiriye, ku ev hewldana nû ya Koşka Spî girêdayî wê yekê ye ku Tirkiye endambûna Swêd û Fînlandê ya NATOyê qebûl bike. Li gor medya Amerîkayê, roja Pêncşema borî 12ê Çile, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Kongres derbarê plana nû ya hikûmeta Amerîkayê de agahdar kiriye.

Salek berî niha, hikûmeta Tirkiyê bi fermî daxwaza kirîna 40 firokeyên F-16 pêşkêşî Washingtonê kir. Li gor yasa, divê pêşniyara firotina wan corên firokeyan ji aliyê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran ve bê pesend kirin û Bob Menendez jî ki serokê wê komîteyê ye, desthilata wî heye wê pêşniyarê red bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst