Putîn ji bo şûna Medvedev namzed pêşniyar kir

15-01-2020
RÛDAW
Nîşan Rûsya Vladimir Putin Dimitrî Medvedev Mîxaîl Mişustîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ji bo şûna Dimitrî Medvedev, Serokê Ofîsa Bacê ya Federal Mîxaîl Mişustîn pêşniyar kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniya Kremlînê de hat destnîşankirin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi Serokê Ofîsa Bacê ya Federal Mîxaîl Mişustîn re axiviye û serokwezîrtî pêşniyarî wî kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mişustîn pêşniyar qebûl kiriye û Putîn ew pêşniyar pêşkêşî Dumaya baskê binî yê parlementoya Rûsyayê kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Dumayê dê sibe dengdan ji bo pêşniyara namzêdiyê ya Mişustîn bê kirin.

Hikûmeta Rûsyayê ku serokwezîrê wê Dimitrî Medvedev ye îro biryara hilweşandinê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst