Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter piştî ku li Moskowê rêkevtina agirbestê îmze nekir, ragihandiye, ew amade ye dest bi gotûbêjan bike lê bi merc.
General Xelîfe Hefter ji Rûsya re daye xuyakirin ku ew amade ye têkildarî rewşa li Lîbyayê dest bi gotûbêjan bike, lê bi mercê ku milîsên çekdar di dema 45 heya 90 rojan de, hemû çekên xwe radest bikin.
Hefter herwiha daxwaz kiriye ku divê komîteyek ji Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê û Neteweyên Yekgirtî bê pêkanîn ku çekan tenê di destê Hêzên Çekdar yên Lîbyayê de bihêle û grûpên din di bin sîbera wê de kar bikin.
General Hefter red jî kiriye ku Tirkiye bibe navbeynkarekî navdewletî ji bo aramkirina rewşa Lîbyayê û dibêje, dewleta navbeynkar divê dewleteke bêalî be, ne weke Tirkiyê be ku ji bo piştevaniya dijberê wan û hikûmeta li Terablusê çekdaran dişîne Lîbyayê.
Biryar bû pêr Duşemê herdu aliyên nakok ên Lîbyayî, di jêr çavdêriya Rûsya û Tirkiyê de, li Moskowê rêkevtina agirbestê îmze bikin, lê belê tenê Seokwezîrê Hikûmeta Wifaqa Niştimanî ya li Terablusê Fayiz Serac ew agirbest îmze kir û Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xelîfe Hefter amade nebû wê rêkevtina agirbestê îmze bike.
Ji bo ragihandina agribestê û aramkirina rewşa li Lîbyayê, şandeke pilebilind a Tirkiyê ku ji Wezîrê Derve Mevlut Çavuşolu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan pêkhatibû, çûbûne Moskowê û bi hevtayên xwe yên Rûs re civiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse