Norwêc dê Mela Kirêkar bişîne Almanya

15-01-2014
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Desthilatdarên Almanya 10 kes bi tometa çêkirina grûpeke “terorîstî” girtin ku têkiliya wan bi Mela Kirêkar re heye. Hat gotin ku ji ber vê yekê dibe ku Mela Kirêkar bo Almanya bê veguhestin.

Li gor nûçeya malpera ABC a norwêcî, yek ji parêzerên Mela Kirêkar ragihand “Ev pirs siyasî ye û dibe ku Norwêc bixwaze di rêya wê re bi temamî ji Mela Kirêkar xelas bibe”.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku her 10 kesan dixwestin grûpeke “terorîstî” bi navê “Rewt” çêbikin û pere jî wek alîkarî dane malpera “Dîdî Niwê” ku nêzîkî Mela Kirêkar e.

Li gor zanyariyan, ew 10 kes 5 li Almanya, 2 li Swêsra, yek li Berîtanya û yê din jî li Iraqê ye.

Di sala 1996an de Hikûmeta Norwêcê jineke filestînî bi navê Suhêla Ezrawî radestê desthilatdarên Almanya kiribû.

Necmedîn Ferec Ehmed ku bi Mela Kirêkar tê naskirin, di sala 1954an de li bajarê Silêmaniyê jidayikbûye, yek ji serkirdeyên Tevgera Îsalmî bû, di sala 1992yan de wek penaber çû Norwêcê.

Mela Kirêkar çend caran bi tometa serkirdatîkirina grûpa Ensar el-Îslam li Norwêcê hatiye darizandin. Herî dawî bi tometa piştgirîkirina karên xwekujî û gefa li serkirdeyên Partiya Parêzgaran a Norwêcê bi 5 sal girtin hat cezakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst