Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Ameîrkayê Antony Blinken ragihand ku bi Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) peywendiyên wan ên rasterast hene.
Wezîrê Karên Derve yê Ameîrkayê Antony Blinken bi mebesta beşdariya civîna wezîrên karên derve ya ji bo pêşhatên li Sûriyeyê çû bajarê Eqebeyê ya Urdinê.
Antony Blinken li wê derê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Bilinken di civînê de diyar ku Amerîka û hêzên herêmî yên din li ser komek binemayan li hev kiriye.
Bilinken her wiha hêvî kir ku rêberên demkî yên Sûriyeyê ji bo hikûmeta Sûriyeyê ya paşerojê, pabendî wê lihevkirinê bin û got:
"Sûriye di nava hefteyekê de gelekî guherî, ji nîveka sedsala dawiyê vir ve ew qasî neguherîbû."
Wezîrê Karên Derve yê Ameîrkayê li ser pirsa rojnamegerekî ya de ku pirsî “Pêwendiyên Amerîka û HTŞyê hene?” got:
"Em bi HTŞê û aliyên din re di peywendiyê de ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse