Li Yunanistanê keştiyeke koçberan bin av bû: 5 kes xeniqîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî girava Girîtê ya Yunaistanê keştiyeke koçberan bin av bû û 5 kes xeniwîn û 40 kes wenda ne.
Hêzên Ewlehiyê yên Peravan ên Yunistanê ragihand ku keştiyek li nêzîkî girava Girîtê bin av bû.
Li gorî agahiyên destpêkê 5 kesên xeniqîn û heta niha jî 40 kes wenda ne.
Her wiha 39 kes jî hatine rizgarkirin.
Tîmên pêwendîdar bi bot û balafiran dest bi lêgerîna koçber wenda kiriye.
Li gorî amarên Wezareta Koç û Koçberan a Yuninistanê hejmara koçberên ku îsal derbasî wî welatî bûne li gorî par ji sedî 25 zêde bûye.