Parlamentoya Holendayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê 2 biryar derxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Holendayê daxwaz dike ku Hikûmeta Holendayê û Yekîtiya Ewropayê 2 biryaran bidin: "Mafên Kurdan di qonaxa veguhêz de li Sûriyeyê werin dabînkirin" û "Kurd, Êzidî û Xirîstiyan ji metirsiya tundûtûjî, cîhadîzm û terorîzmê werin parastin."
Di 2 projebiryaran de, Parlamentoya Holendayê deng li ser piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, pêkhateyên Sûriyeyê û ferzkirina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê da.
Di biryara hejmar 2990 a roja 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, ji 149 parlamenterên Holandayê 146ê wan deng di berjewendiya Rojavayê Kurdistanê de da.
Di biryarê de daxwaz ji Hikûmeta Holendayê hatiye kirin ku li ser asta pêwendiyên navbera 2 dewletan de, daxwazê ji Tirkiyeyê bike, "Yekser êrişên li ser Kurdên Sûriyeyê werin rawestandin" û "Mafên Kurdan di Sûriyeya nû de werin dabînkirin."
Projebiryar ji aliyê Parlamentera berê ya Yekîtiya Ewropayê û parlamentera niha ya Partiya Karker û Keskan a Holandayê Kati Piriyê û Parlamenterê Partiya Lîberal a D66an Jan Paternotte ve hatibû pêşkêşkirin.
Heman rojê Parlamenter Eric van der Burg ji Partiya Gel Ji Bo Demokrasiyê ku di nava hikûmetê de cih digire, projebiryara hejmar 2999an pêşkêş kir û xwest “Kurd, Êzidî û Xirîstiyanên Sûriyeyê ji tundûtûjî, cîhadîzm û terorîzmê werin parastin.”
Ew parlamenter ji Hikûmeta Holandayê dixwaze dike ku di çarçoveya siyaseta hevbeş a Yekîtiya Ewropayê de ji bo parastina Kurdan û “Pêkanîna Sûriyeyeke aram” "roleke girîng" bilîze.
Ji 149 parlamenteran, 146 parlamenteran dengê erê da projebiryarê.
Parlamenter Kati Piriyê berê jî li Parlamentoya Ewropayê berdewam piştgiriya Kurdan dikir.
Kati Piriyê çûye serdana Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî.
Sala 2019an di dîbeyteke Tora Medyayî ya Rûdawê de li Parlamentoya Ewropayê, Kati Piriyê eşkere kir ku wan wekî Ewropiyan hewl daye civaka navneteweyî “Herêma Dijîfirînê” ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê çêbike û gotibû:
"Lê dema me Ewropiyan xwest biryarek li Komîsyona Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî derbikeve, Amerîkî û Rûsan nehişt ew hewldan bi ser bikeve."