Dirûşma Kurdî “Jin, Jiyan, Azadî” li ser Deriyê Brandenburgê hat nivîsandin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi zimanê Kurdî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, li ser dîwarê Deriyê Brandenburga Dîrokî ya Almanyayê hatiye nivîsandin. Bi sedan kes li Berlîna paytexta Almanyayê rawestiyane û bi slogan û stranan çîroka xwepêşandanên berdewam ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zindî dihêlin.

Nivîskar Duzen Tekkal got “Wek bajarê azadiyê, em ligel wan hemû jin û mêrên qahreman ên Îranê radiwestin ku şer bo bidestxistina maf û diyarkirina çarenivîsa xwe dikin. Tişta li Îranê diqewime ne xwepêşandan e lê şoreşeke li hemû cîhanê bi slogana Jin Jiyan Azadî deng vedide.”

Ji meha Mijdara îsal ve Parlamentoya Ewropayê hinek ceza li ser hikûmeta Îranê ferz kirine û xwepêşandan wek arîşeya herî mezin li ber desthilata Îranê pênase kir.

Hikûmeta Îranê di dema kêmî hefteyekê de, du xwepêşander darvekirin û 20 desteserkiriyên din jî di lîsteya çaverêkirina mirinê de ne.

Di meşa Berlînê de, Seroka Şaredariya Bajêr ku ser bi Partiya Sosyal Demokrat e beşdar bû û helwêsta desthilata Îranê şermezar kir.

Seroka Şaredariya Berlînê Franziska Giffey dibêje “Darvekirina ciwanan kareke ku bi bêjeya bizdêner nayê ravekirin, em hemû li vê derê li Berlînê, li Almanya û li Awropayê erkê ser mile me ye ligel wan rawestin ku şer bo azadî û demokrasiyê dikin. Jin Jiyan Azadî bo wan hemûyan e ku di zînandanan de di jêr gefa mirinê de ne û yên li ser cadeyan in û şerê azadiyê dikin.”

22ê Cotmeha îsal zêdeyî 80ê hezar kesan ji Kurdên Rojhilat û Îranî beşdarî mezintirîn meşa piştgirîkirina xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûn û daxwaza helwêsteke dijwar a Ewropa û Rojava li dijî desthilata wî welatî kirin.