RSF: Li Tirkiyê dijî medya Kurdî zexteke nû destpê kiriye

14-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas a Navdewletî ragihand ku sala 2022an li tevahiya cîhanê 533 rojnamevan girtî ne û 57 jî hatine kuştin.

Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas a Navdewletî (RSF) ku navenda wê li Parisê ye, rapora xwe ya derbarê zexta li ser rojnamevanan de ya sala 2022an eşkere kir.

Di raporê de hatiye nivîsandin ku li Tirkiyê dijî medyaya Kurdî zexteke nû destpê kiriye û ji Hezîrana 2022an û vir de 3 rojnamevanên jin û xebatkareke medyayê ya jin hatine girtin. Di raporê de behsa rewşa Berpirsa Jin Newsê Safiye Alagaş hatiye kirin ku sala 2019an bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hatiye girtin û li dijî wê doz hatiye vekirin û piştre hatiye berdan.

Tirkiye li ser asta cîhanê di azadiya rojnemevanan de di rewşeke xirab de ye. Li gor amarên Rojnamevanên Sînor Nenas, Tirkiye li ser asta cîhanê di nav 180 welatan de di rêza 149emîn de ye. Herwiha li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 44 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Li gor raporê li cîhanê sala 2022an di warê mafê azadiya rojnamevanan de paşde çûn çêbûye û heta 1ê Kanûnê 533 rojnamevanên girtî hatine tespîtkirin, ku hejmar li gor sala par %13.4 zêde bûye.

Li ser asta cîhanê Çîn bi 110 rojnamevanên girtî di rêza yekem de ye, Myanmar bi 62 rojnamevanên girtî di rêza duyem, Îran bi 47 rojnamevanên girtî di rêza sêyem, Vietnam bi 39 rojnamevanên girtî di rêza çarem û Belarus bi 31 rojnamevanên girtî di rêza pêncem de ye. Li ser asta cîhanê %54ê rojnamevanên girtî li van 5 welatan e.

Li gor raporê tenê cezayê %36.4ê rojnamevanên girtî diyar bûye û %63.6ê rojnamevanên girtî jî nayên darizandin. Herwiha hejmara rojnamevanên girtî jî li gor sala 2021ê %30ê zêde bûye û gihiştiye 78 kesan. Îsal 57 rojnamevan di dema kar de hatine kuştin, ku herî zêde 11 rojnamevan li Meksîkayê hatine kuştin û 8 rojnamevan jî di şerê Ukraynayê de hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst