Koşka Spî: Nûnerekî wezareta derve serdana Rûsyayê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerekî Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî temamkirina serdana xwe ya bo Ukraynayê, serdana Rûsyayê dike û “serweriya” Ukraynayê ligel Rûsyayê gotûbêj dike.

Êvara roja Duşembê 13ê Kanûna 2021ê Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Jen Psaki di civîneke çapemeniyê de got, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya bo Ofîsa Karûbarê Ewropa û Avrasyayê Dr. Karen Donfried bi serdanekê li Ukraynayê ye û roja Sêşembê serdana Rûsyayê dike û tekez dike ku Amerîka pêbendî serweriya Ukraynayê ye.

Ev jî di demekê de ye ku aloziyên navbera Rûsyayê ligel Amerîka û NATOyê li ser Ukraynayê zêde dibin û Amerîka û Ewropa ji egera dagîrkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve nîgeran in.

Hevdem Amerîka û hevpeymanên wê, Rûsyayê bi wê yekê tohmetbar dikin ku zêdeyî 100 hezar serbaz bi dirêjahiya eniya rojhilatê Ukraynayê kom kirine û bi niyet e “Ukraynayê dagîr bike.”

Lê Rûsya wan îdîayan red dike û dibêje bê bingeh in. Lê tişta Rûsya nîgeran kiriye ew e ku Ukrayna nêzîkî NATOyê dibe û NATO jî nêzîkî sînorên wê dibe.

Li aliyekî din Amerîka û NATO derbarê êrîşeke ser Ukraynayê de hişyariyê didin Rûsyayê û dibêjin, dibe sedema derencamên dijwar û cezayên giran ên aborî.