Elise Stefanika ku nexwest Amerîka ji Rojavayê vekişe kî ye?

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Elise Stefanik Donald Trump Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Amerîkayî Elise Stefanik sala 2019an li dijî biryara Donald Trump a vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê derket.

Donald Trumpê ku ducare hat hilbijartin û bû serokê 47an ê Amerîkayê hêdî hêdî îdareya nû ya Amerîkayê diyar dike.

Tê pêşniyarkirin Elise Stefanik bibe Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî.

Dema ku Trump sala 2019an biryar da ku Amerîka leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne yek ji wan kesên ku bertekeke Tund nîşanî vê biryarê da Elise Stefanik bû.

Donald Trump Çiriya Pêşîn a 2019an leşkerên Amerîkayê vekişandin û Tirkiyeyê bi piştgiriya kom û komikên xwe yên çekdar yekser êrişî rojavayê welêt kir.

Encama vê êrişî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî bû ku îro jî ji destê dagirkeran dinalin.

Stefanikê 7ê Çiriya Pêşîn a 2019an bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser biryara Trump gotibû:

“Ji bo berjewendiyên me yên ewlehiya neteweyî biryareke şaş û felaket e.

Ev biryar dê ne tenê aramiya li herêmê têk bibe, dê di heman demê de xebatên Amerîkayê yên bi hevalbendên wê re yên ji bo têkoşîna bi DAIŞê re jî zehmettir bike.”

Elise Stefanikê 16ê Çiriya Pêşîn a 2019an jî dîsa bi rêya hesabê xwe yê X bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dabû û gotibû:

"Ez û zêdetirî 90 hevalên xwe em dê projeyasayekê pêşkêş bikin da Tirkiye ji ber êrişên leşkerî yên li ser hêzên Kurdî were sizadan.”

Stefanikê di heman parvekirinê de amaje pê kiribû ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê hevpeymanên Amerîkayê ne.

Elise Stefanik kî ye?

Stefanik 2yê Tîrmeha 1984an ji dayîk bûye.

Endama Meclisa Nûneran a Amerîkayê ye.

Salên 2014, 2016, 2018, 2020 û 2022yan (5 caran) wekî endama Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat hilbijartin.

Ew sala 2015an li Meclisa Nûneran endama Komîteya Hêzên Çekdar bû û niha jî li Meclisa Nûneran seroka Komariyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst