Rûdaw, beşdarî Kongreya Medyayê ya Cîhanî dibe

14-11-2023
Nîşan Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan li Ebû Dabiya paytexta Îmaratên Erebiyê dest pê kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê di kongreyê de cihê xwe digire û kongre dê heta 16ê Çiriya Paşînê bidome.

Ji seranserê cîhanê rojnameger, rayedar û pisporên medyayê beşdarî kongreyê dibin.

Zêdetirî 5 hezar 500 kesî beşdar dibin

Kongre bi dirûşma “Diyarkirina Paşeroja Sektora Medyayê” tê lidarxistin û dê behsa gelek babetên wekî “teknolojiyên dijîtal û hişê çêkirî” were kirin.

Di malperê Kongreya Medyayê ya Cîhanî de hatiye gotin:

“Kongre, ji bo pisporên medyayê derfeteke girîng e da ku ji pêşkeftin û pirsgirêkên herî dawî yên medyayê agahdar bin.”

Tora Medyayî ya Rûdawê beşdar e

Dê zêdetirî 170 rêvebir û CEOyên ajansên cîhanê di panelên cuda de li ser gelek mijaran biaxivin.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed dê roja dawî ya kongreyê, di panelekê de gotara xwe ya bi sernavê “Şêwazên Dahatê yên Berxwedêr di Serdema Dîjîtal de: Diyarkirina Nexşerêyeke Serkeftinê” pêşkêş bike.

Roja yekem a kongreyê dê dê bi giranî mijarên wekî “rola medyayê di belavkirina agahiyan de”, “rêbazên sûdwergirtine ji hişê çêkirî” û “teknolojiya ku li gel metirsiyên xwe derfet dane medyayê” werin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst