Mîrê Êzidiyan îro bi Papayê Vatîkanê re dicive

14-11-2022
RÛDAW
Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg
Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg îro bi Papayê Vatîkanî Papa Fransîs re dicive. Mîrê Êzidiyan dibêje, ew dê daxwaz ji Papa bike ku di avedankirina Şingalê û vegera koçberên Êzidî de alîkar be û di hikûmeta Iraqê de jî rol bidin Kurdên Êzidî.

Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg şeva Yekşembê 13 Mijdara 2022an ji şandiya Rûdawê bo Romayê Ala Şalî re ragihand, civîna wî ya bi Papa re ji bo Êzidiyan “gelek giring” e.

Mîr Hazim got, ew dê di civînê de behsa rewşa Kurdên Êzidî, Şingal û Kurdistanê ji Papa re bike.

Di beşeke din a axavtina xwe de Mîr Hazim diyar kir, “Papa kesayetiyekî cîhanî ye û dikare ji bo me fişarê li civaka navdewletî bike, daku ew jî fişarê li hikûmeta Iraqê bikin, em dixwazin dosyeya Şingalê were çareserkirin.”

Mîrê Kurdên Êzidî amaje bi wê yekê jî kir ku ew dixwazin di hikûmeta nû ya Iraqê xwedî rol û pêgeh bin û dê wê daxwaza xwe bigihînin Papayê Vatîkanê.

Bi gotina Mîr Hazim, di hevdîtina li gel Papa de ew dê behsa mijarên wek “avedankirina Şingalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, nûjenkirina Lalişê û vegera Êzidiyan bo ser warê xwe” bike.

Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha got, “Papayê Vatîkanê dikare fişarê bike daku careke din Kurdên Êzidî neyên cenosîdkirin.”

Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê diyar kir, “6 hezar û 417 kes ji Kurdên Êzidî ketine destê DAIŞê, kek Nêçîrvan (Barzanî) 3 hezar û 562 kes ji wan rizgar kirin, em gelek spasiya wî dikin.”

Biryar e piştî hevdîtina bi Papa re, Mîrên Kurdên Êzidî serdana Almanyayê bike û paşê dê biçe Brîtanyayê û li parlamentoya wî welatî gotarekî pêşkêş bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst