Rêxistin û kesên xwebexş alîkariya koçberan dikin

14-11-2021
RÛDAW
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Poland Belarûs Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa koçberan li ser sînorê di navbera Belarûsya û Polandayê de ku hewl didin derbasî aliyê Almanya bibin, hîn jî aloze û heta niha ti çareserî ji wan koçberên re nehatiye dîtin. Rêxistinên mirovî û kesên xwebexş berê xwe didin van koçberan û alîkariya wan dikin.

Li navçeya Bruzgi ya sînorî ya di navbera Belarûs û Polandê de, li aliyê Belarûsê, çend roj in hejmareke zêde ya koçberan li wir kom bûne, hewl didin sînor derbas bikin û xwe bighînin Polandayê, gelk koçberên Kurd jî di nav wan de hene. Rêxistina EMERCOM a Belarûsî alîkariyên mirovî dide van koçberan bi taybet jin û zarokan.

Xwebexşek Ji Rêxistina EMERCOM dibêje "Bilezkirin û kalîteya pêşkêşkirina alîkariyan, li ser organîzekirina proseya dabeşkirinê dimîne, carna organîzasyon nayê kirin. Xwarin ne tenê ev e ya ku li ser maseyan heye, niha bi awayekî organîzekirî emê bihêlin zarok derbas bin."

Navenda Belarûsî bo Çêkirina Protezan, li vê derê alîkariya zarokekî Kurd ê kêmendam dike û hewl didin bo çareseriyê wî bibin nexweşxaneyê xwe.

Rêveberê Navenda Belarûsî bo Çêkirina Protezan Valery Vetkovsky got "Zor li çogê bûye, me hinek çareserî jê re kir, lê di rewşeke wiha de em nikarin tiştekî din bikin. Divê em wî bibin navenda xwe û li wir çareseriyê bo wî bikin."

Li gundê Bohoniki yê Polandayê yê li ser sînorê Belarûs û Polandayê, Serokê Civaka Misilmanên vî gundî bi hawara koçberên ser sînor ve diçe û li mala xwe xwarinê bo wan amade dike.

Serokê Civaka Misilmanên Bohoniki Maciej Szczesnowicz ragihand "Wek Civaka Misilman, em xema koçberan dixwin, ne giring e bo me rengê wan çawa be, divê em alîkariya her kesekî bikin dema derbasî Polandayê bibin. Ji ber mirov in. Em dibînin çawa xelk westiya ne, yekem car dema min rewşa wan dît, ez giriyam. Wan ji nêza kivarkên nav daristanan dixwarin."

Yekîtiya Ewropa û welatên Rojava hikûmeta Belarûs û serokê wê Alexander Lukashenko bi wê yekê tohmetbar dikin ku koçberan wek çekeke siyasî bikar tîne, ji bo guşarê bixe ser welatên Yekîtiya Ewropayê û wan neçar bike cezayên ser Belarûsê rake, lê Belarûs van tohmetan red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst