Ermenistan: Cenazeyên 2317 leşkeran li saziya bijîşkiya dadî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Dadmendî ya Ermenistanê ragihand ku ji 27ê îlonê ve ji ber şer û pevçûnên li herêma Nagorno-Qerabaxê zêdeyî 2 hezar û 300 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

Berdevka Wezareta Dadmendî ya Ermenistanê Alina Nikoghosyan li ser hesabê xwe yê Facebookê red kir ku di şerê herî dawî yê di nvabera Ermenistan û Azerbaycanê li herêma Nagorno-Qerabaxê 4 hezar û 750 leşkerên wî welatî hatibin kuştin û got niha hejmareke cenazeyên leşkerên ku nasnameya wan nehate zanîn li nexweşxaneyan hene.

Alina Nikoghosyan bibîr xist ku pêştir rayêdarên Ermenistanê ragihandibû ku di şer û pevçûnên ligel Azerbaycanê de hezar û 400 kes hatine kuştin û got: “Niha ligel cenazeyên nehatina naskirin, bi giştî 2 hezar û 317 cenazeyên leşkeran li saziya bijîşkiya dadî hene.”

Nikoghosyan da zanîn ku di navbera herdu aliyan de veguhertina cenazeyan nû destpê kir.

Aliyê Azerbaycanê dibêje, di şer û pevçûnan de 93 sivîl hatine kuştin, lê derbarê hejmara leşkerên ku hatine kuştin de ti amar belav nekir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn jî roja Înê ragihand ku di şerê li herêma Nagorno-Qerabaxê de zêdeyî 4 hezar kesan hatine kuştin û herwiha zêdeyî 8 hezar kesan jî birîndar bûne.

Li gor amarên hatine belavkirin di şerê di navbera herdû aliyan de ku 6 hefteyan dirêj kir û ji 27 Îlonê destpê kir, 5 hezar leşker û xelkê sivîl ji herdû aliyan hatin kuştin.

Li gorî rêkeftina Ermenistan û Azerbeycanê ya bi navbeynkariya Rûsya, desthilata Nagorno Qerebax dikeve destê Azerbeycanê, Azerî vê yekê bi serkeftinê didin zanîn û Ermenî jî vê şikestinê dixin stûyê hikûmetê.