Holenda daxwaz dike dorpêça çekan li ser Tirkiyê bê danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Her 4 partiyên hevpeymanên hikûmeta Holanda, ji ber “hewldanên wê yên ne hiqûqî li Qarabax, Lîbya û rojhilatê Derya Spî”, pêşniyar kirin ku YE dorpêça çekan li ser Tirkiyê deyne. Pêşniyar ji aliyê hikûmeta Holenda ve hate qebûlkirin.

Wezîrê Derve yê Holenda Stef Blok ragihand, ji bo ambargoya çekan deynin ser Tirkiyê ku hevpeymana NATO ye, ewê li gel rêveberiya YE û hevpîşeyên xwe yên welatên endam biaxive. Blok da zanîn ku ewê vê yekê bi kêfxweşî bike.

Pêşniyara ambargoya çekan li ser Tirkiyê ji aliyê hevpeymanên hikûmetê VVD, CDA, D66 û CU ve hate kirin.

Partiyên koalîsyonê, di civîna li ser budceya Wezareta Derve ya Holenda de kom bûn û daxwaz kirin ku Holenda pêşengiya ambargoya çekan bo ser Tirkiyê bike û di nava welatên endamên YE de dest bi hewldanan bike.

Her 4 partiyên Holenda diyar kirin ku Serokomarê Tirkiyê Erdoxan Tirkiyê dike welatekî heydût  û hikûmeta Tirkiyê gelek caran heddê xwe derbas kiriye.

Holenda, ji ber Operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, firotina çekan bo wî welatî rawestandi bû.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li hemberî vê biryara Holenda daxuyaniyek daye û gotiye, hêza Tirkiyê heye ku pêwîstiya xwe ya bi çekan ji gelek deveran dabîn bike.