Berpirsên YEyê bi rêya Rûdawê ji cîhanê xwest ku li hemberî şerê Xezeyê bêdeng nebe

58 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Şerê Xezeyê Hizbulaha Libnanê Filistîn Şerê Ukrayna Yekîtiya Ewropayê Luksembûrg UNIFIL Navenda Hêza Aştîparêz a Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutterres
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) bangî aliyên pêwendidar dikin ku dawî li şerê li Xezeyê bînin û bêdeng nemînin.

Wezîrên Karên Derve yên YEyê ji bo gotûbêjkirina şerê li Xezeyê û şerê li Ukrayna û Rûsyayê metirsiya belavbûna şer li Rojhilara Navîn li Luksemburgê civiyan.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li konferansê ye konferansê dişopîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê Michael Martin di konferansê de li ser êrişa Îsraîlê wiha got:

"Êrişa Îsraîlê ya li ser Neteweyên Yekbûyî û derxistina wê ji başûrê Libnanê ew e ku çav û guhên cîhanê ji başûrê Libnanê bide alî û desthilata xwe ya mutleq ava bike."

Bi giştî wezîrên karên derve yên 27 welatên endamên YEyê li ser êrişên Îsraîlê yên li Xeze, Libnan û bi taybetî hêzên aştîparêz ên YEyê axivîn.

Michael Martin li ser rewşa Xezeyê jî axivî û diyar kir ku li bakurê Xezayê çi diqewime diyar e lê dîsa jî dinyayê tam wêneyê bûyerên li Xezeyê nedîtiye.

“Deng derxin”

Michael Martin êrişên Îsraîlê bi tûndî rexne kir û wiha got:

"Îsraîl ne tenê xalên Neteweyên Yekbûyî û hêzên aştîparêz bin pê dike, yasayên navneteweyî jî bin pê dike û divê êdî ji Xexeyê vekişe."

Michael Martin Martin bangî hemtayên xwe yên Ewropî kir ku niha biaxivin û ji bo mirovahiyê rabin ser pêyan.

Navenda Hêza Aştîparêz a Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) li ser sînorê Îsraîl û Libnanê ye û li bajarê Naqûrayê ye.

Di van rojên dawî de çend caran baregeha hêza UNIFILê rastî êrişên Îsraîlê hat.

Di encama topbarana Îsraîlê ya li ser başûrê Libnanê de herî kêm 5 leşkerên UNIFILê  birîndar bûn.

Di vê navberê de, UNIFILê ragihand ku Îsraîlê "bi dilxwazî û bi zanebûn" êrişî wan kir.

Berî niha artêşa Îsraîlê daxwaz ji UNIFIL kiribû ku çeperên xwe vala bikin û 5 kîlometran vekişe lê wê hêzê ev daxwaz red kiribû û gotibû ew dê dernekeve.

Wezîrê Karên Derve yê Awisturya Alexander Schallenberg ji Rûdawê re got, “Hêza UNIFIL naçe tu cihî.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di peyamek vîdeoyî de bangî Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres kir û wiha got:

“Hêzên UNIFILê ji deverên xeternak dûr bixe ji ber ku Hizbulah wan wekî mertalên mirovî bikar tîne."

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy got:

"Ewlehiya Brîtanya û Ewropayê ji hev nayê cudakirin.

Di vê demê de, çi êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê be çi krîzên mezin ên li Rojhilata Navîn be, ji bo Ewropa û Brîtanyayê gelekî girîng in ku bi hev re rawestin."

Hêza aştîparêz a Neteweyên Yekbûyî ji nêzîkî 10 hezar leşkeran pêk tê, di nava wan de leşkerên 16 welatên YEyê jî hene. 

Êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn êrişî Îsraîlê kir û Îsraîlê jî li Xezeyê li dijî Hemasê dest bi operasyoneke mezin a leşkerî kir.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di heyama salekê de wê ji sedî 60ê çakdarên Hemasê kuştine.

Çekdarên Hemasê beriya bi salekê ji Xezeyê derbasî nava Îsraîlê bûn û êrişî 21 navendên sivîlan ên Îsraîlê kir.

Li gorî gotina berpirsên Îsraîlê, ji ber êrişa Hemasê hezar û 139 kes hatin kuştin û 200 hezar kes jî koçber bûn.

Her wiha 250 kes jî wekî dîl hatin girtin. Heta niha 117 dîlên Îsraîlê hatine rizgarkirin û 72 kes jî mirine.

Heman rojê Îsraîlê dest bi bombebarankirina Xezeyê kir û 13ê heman mehê jî dest bi operasyoneke bejayî kir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha 41 hezar û 870 kes di şerê Xezeyê de hatine kuştin û 97 hezar û 166 kes jî birîndar bûn û herî kêm 2 milyon kes jî koçber bûne.

Berpirsên Îsraîlê eşkere dikin ku heta niha wan zêdetirî ji sedî 60ê çekdarên Hemasê kuştine.  

“41 hezar û 870 kes mirine 10 hezar kes jî bêserûşûn in”

Hikûmeta Xezayê amarên dawî yên şer bi Rûdawê re par ve kirin.

Li gorî hikûmeta Xezeyê, bajar ji sedî 86 wêran bûye û 41 hezar û 870 kes mirine 10 hezar kes jî bêserûşûn in.

Salek di ser şerê Îsraîl û Hemas re derbas bûye.

Rêvebirê Giştî yê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê Xezeyê Îsmaîl El-Sewabta li ser amarên dawî yên şerê Xezeyê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî zanyariyên Îsmaîl El-Sewabta, rêjeya wêranbûna Xezeyê bûye ji sedî 86 û krîzeke mirovî li Xezeyê heye.

Li gorî gotina Îsmaîl El-Sewabta, 41 hezar û 870 kes mirine û herî 10 hezar kes jî bêserûşûn in û di bin kavilên avahiyan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst