'Dê Trump bikuşta': Hat girtin!

6 demjimêr berê
Nîşan Donald Trump Suîqest Hewldan Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Californiayê kesek hat girtin ku tê îdiakirin dê Trump bikuşta.

Namzedê Komarparêzan Donald Trump li eyalata Californiayê ya Amerîkayê mîtîngek li dar xist.

Şerîfê Riverside County Chad Bianco ji medyayê re ragihand, “Me hewleke din a suîqestê asteng kir.”

Chad Bianco diyar kir ku wan li Coachella Valleyê li nêzîkî qada mîtînga Trump otomobîlek rawestandiye ku tê de karta saxte ya çûna mîtîngê, çifteyeke nêçîrê ya qaçax, demançe û şarjor hebûne.

Bianco da zanîn, gumanbar Vem Miller 49 salî ye û endamê rêxistineke rastgir a fanatîk e û wî plan dikir ku Trump bikuje.

Medyaya cihî jî destnîşan kir ku gumanbar bi 5 hezar dolar kefaletê hatiye berdan lê dê ji ber peydakirina çekên qaçax were darizandin.

Çavkaniyên cihî jî amaje pê dikin ku Vem Miller master xwendiye û sala 2022yan ji bo Sanatoya Nevadayê bûye namzed.

13ê Tîrmehê jî dema mîtînga Trump kesekî bi navê Matthew Crooks bi çekeke lûledirêj a AR-15 gule berdabû Trump lê li guhê wî ketibû.

Gumanbarê bi navê Ryan Wesley Routh jî 15ê Îlonê dema ku Trump bi golfê dilîst bi tohmeta ku dê suîqestê li Trump bike hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst