Yekîtiya Ewropayê li ser bikaranîna çekên etomî hişyariyeke tund da Pûtîn

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê li ser bikaranîna çekên etomî li dijî Ukraynayê hişyariyeke tund da Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û got, heger Rûsya tiştekî wiha bike dê welatên rojavayî artêşa wan "ji holê rakin". Hişyariya Yekîtiya Ewropayê di demekê de hat ku Vladîmîr Pûtîn roja Şemiyê ragihand ku bikaranîna çekên etomî ji aliyê Rûsyayê "ne henek" e.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell roja Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an di merasîma vekirina akademiyeke dîplomasiyê ya li Brukselê de got, “Pûtîn dibêje ew gefên bêwate nake. Lewma divê ev jî pir zelal be ku yên ku piştgiriya Ukraynayê dikin, Yekîtiya Ewropayê û endamên wê, Amerîka û NATO, gefên bêwate nakin.”

Joseph Borel anî ziman, “Her êrîşeke etomî ya li dijî Ukraynayê dê were bersivandin, ne bi bersiveke etomî lê bi bersiveke leşkerî ya xurt ku artêşa Rûsyayê ji holê rake.”

Metirsiya bikaranîna çekên etomî yên taktîkî li dijî Ukraynayê di hefteyên dawî de zêde bûye. Ev yek piştî wê yekê tê ku Vladîmîr Pûtîn 4 dever li rojhilat û başûrê Ukraynayê bi sînorên Rûsyayê ve girê da û Ukraynayê jî li çend deveran dest bi êrîşan kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Çarşemê hişyarî da Rûsyayê ku eger ew çekên etomî li dijî Ukraynayê bikar bîne dê rûbirûyê "encamên dijwar" bibe, her wiha dê bersiva rasterast a çend hevpeymanan ve hebe, bi taybetî ya NATOyê.

Ewropa û Amerîka roleke mezin di şerê Ukraynayê de dilîzin û heta niha bi dehan milyar dolar bexşandine ku piraniya wan ji aliyê NATO û Amerîkayê ve hatine şandin lê heta niha behsa bikaranîna çekên etomî li dijî Rûsyayê nekirine.