Banka cîhanî 12 milyar dolarên din bo krîza vaksînê terxan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Banka cîhanî 12 milyon dolar bo welatên ku ji nû pêşketî, terxan dike daku vaksîna dijî Korona bidest bixin.

Rêveberiya Cîbicîkar a Banka cîhanî îro çarşemê aşkere kir ku ew Banka Cîhanî ji bo alîkariya wan welatên nû pêşketî, ji bo zêdekirina şiyanên pişkinîn, bidestxistin vaksîna dijî Korona, 12 milyon dolar amade kirine.

Ev pere beşek in ji alîkariya Banka Cîhanî bi giştî li cîhanê ku dike 160 milyar dolar û biryar e di dem adu salên bê de, pêşkêşî welatên nû pêşketî bike û beşek ji wê, bo rûbirûbûna Korona tê terxankirin.

Banka Cîhanî dixwaze sala bê zêdetir ji milyarek  vaksîn bigihîne welatên nû pêşketî li cîhanê.

Ev alîkarî jî beşeke ji programa bersivdana bilez a Banka Cîhanî derbarê petaya Korona.

Ew 160 milyar dolar ku bi giştî tê xerckirin, beşek ji bo rûbirûbûna Korona ye û beşeke din jî bo rûbirûbûna çend nexweşiyên din e weke vîrûsa HIV, Melarya û nexweşiyên din.