Koçer Bîrkar bo Kurdistanê hat vexwendin

14-10-2018
Kurdistan Hesen
Li Londonê rêwresmeke rêzgirtinê bo Koçer Bîrkar birêve çû
Li Londonê rêwresmeke rêzgirtinê bo Koçer Bîrkar birêve çû
Nîşan Koçer Bîrkar Kurdistan
A+ A-

London (Rûdaw) – Li bajarê Londona paytexta Brîtanyayê bi beşdariya hejmareke akademîsyenên Kurdistanê, rêwresmeke rêzgirtinê bo Koçer Bîrkar Xelata Fieldsê wergirtibû, ku ev wek Nobela Bîrakriyê tê nasîn, bîrêve çû.

 

Beşdar dibêjin, em dixwazin torê di navbera zanîngehên Kurdistanê û Brîtanyayê de ava çêbikin bo asta zanistî ya zanîngehên Kurdistanê bilind bibe.

 

Serokê Zanîngeha Selaheddînê Dr. Ehmed Dizeyî ji Rûdawê re ragihand, me Koçer Bîrkar vexwend bo serdana Herêma Kurdıstanê bike û doktoraya fexrî bidine wî.

 

Koçer Bîrkar jî ji bo Rûdawê got, di paşerojê de ez dê hewl bidim serdana Herêma Kurdistanê bikim, bo di derbarê pêşxistina asta zanistî ya zanîngehên Kurdistanê de nêrînên xwe li gel hevdu parve bikin.

 

Di roja 1ê Tebaxa 2018a de li bajarê Rio de Janeiroya Brezîlyayê merasîma Xelata Fieldsê ya Bîrkariyê birêve çû û 4 kesan xelat bi dest xistibû. Yek ji wan jî profesorê qada bîrkariyê Koçer Bîrkarê xelkê bajarê Merîvana Rojhilatê Kurdistanê  bû. Piştî wergirtina xelatê Koçer Bîrkar got, “Hêvî dikim ew nûçe kenînê bixe nav 40 milyon Kurdên li cîhanê.”

 

Koçer Bîrkar di sala 2000a de wek koçber çû Brîtanyayê û niha Zanîngeha Cambridge ya wî welatî mamoste ye.



 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst