Serfermandarê welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dicivin

Hewlêr (Rûdaw)- Serfermandarên welatên endamên hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya welatê Amerîkayê li dijî DAIŞê dê îro li Washingtonê bicivin û hûrgiliyên dawî yên stratejiya jinavbirina  DAIŞê gotûbêj bikin.

Îro (14ê Cotmehê) dê Serfermandarên 22 welatên hevpeyman li dijî DAIŞê li binkeya leşkerî ya Andrews a asmanî ligel Serokê Amerîka Barack Obama bicivin bo gotûbêjkirina hûrgiliyên dawî di stratejiya jinavbirina DAIŞê de.

Şêwirmendê ragihandina Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Iraqê fermandar Mihemed Eskerî di daxuyaniyekê de ragihand: “Serfermandarê Iraqê Babekir Zêbarî serokatiya şanda Iraqê bo civîna Serfermandarên welatên nava hevpeymaniya navdewletî dike.”

Hat ragihandin ku ew civîn jî dê bi serpereştiya Serfermandarê Amerîkayê Martin Dempsey be.

Derbarê civînê de, Berdevkê Serfermandarê Amerîkayê Ed Thomas got: “Beşdarbûyên civînê dê nêrîneke hevbeş derbarê hewlên li dijî DAIŞê û çawaniya pêşxistina wan hewlan, pêşkêş bikin.”

Ev civîn jî di çarçoveya hewlên berdewam de ye, bo pêkanîna hevpeymaniyeke bihêz û çêkirina hemahengiyê bi armanca jinavbirina DAIŞê.

Di wê civînê de, wê nûner û Serfermandarên 22 weltan amade bin: Amerîka, Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Almanya, Awustralya, Beljîka, Kanada, Danîmarka, Spanya, Îtalya, New Zeland, Hollanda, Erebistana Siûdî, Behrên, Misir, Îmaratên Erebî, Iraq , Urdin, Kuwêt, Lubnan û Qeter.

Ev yekemîn civîna hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê ye. Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê meha Îlona borî bi tevlîbûna derdora 40 welatên cîhanê hatibû pêkanîn.