Sergey Alekseyeviç: Divê diyaloga Enqere û Şamê dest pê bike

14-09-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyeviç ji Rûdawê re axivî: Wêne: Ji dîmenan
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyeviç ji Rûdawê re axivî: Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Sergey Alekseyeviç Rûsya Sûriye Tirkiye
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyeviç ragihand ku divê nakokiyên di navbera Enqere û Şamê de bêne rakirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyevîç ji Rûdawê re li ser rewşa Sûriyeyê axivî û got divê divê diyaloga Enqere û Şamê dest pê bike û welatî wî amade ye bibe alîkar.

Sergey Alekseyevîç ragihand ku ji bo dîtina çaresiryekê ji pirsgirêkên navbera Tirkiye û Sûriyeyê re pêwîst nake, her aliyek şert û mercên xwe bide pêş.

Alekseyevîç her wiha ji welatên rojava jî xwest ku destêwerdanê nekin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyevîç wiha got:

“Em li gel peydakirina çareseriyên hevpar in ji bo hemû pirsgirêkên ku îro hemû welatên herêmê li ser hevrêz in.

Helbet, pêwendiyên Enqere û Şamê yek ji aliyên sereke yên rewşa giştî ye.

Em piştevaniya wê yekê dikin divê çavkaniyên nakokî û aloziyên di navbera welatan de ji holê rabin.

Her yek ji van welatan cuda ye lê her yek ji wan nêzîkî me ye û hevkarê me ye.

Ez fêm dikim ku her kes ji wan xwedî nêzîkatiya xwe ya bingehîn e ku nikare dev jê berde.

Lê diyalog çend zêdetir be û lêgerîna rêyên çareseriyê çend zêde be bêyî ku ti daxwaz û şert û mercên hişk derxînin pêş, şansê ku em dê karibin dînamîkên erênî li herêmê zêde bikin, ew qas zêde dibin.

Em dê karibin li wir kar û barên xwe çareser bikin, bêyî destwerdana rûxîner a rojavaya kolektîf a ku bi ramanên xweperestî û bi prensîbên parçe bike û hikim bike tevdigere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst