Di vajinayê hevjîna xwe de fîşekên hewayî teqandibûn: 18 sal ceza lê hat birîn

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Çekya Fîşekên Hewayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çekyayê kesê ku di vajinayê hevjîna xwe ya berê de fîşekên hewayî teqandibûn 18 sal ceza lê hat birîn.

Li bajarê Kozlanyê yê Çekyayê Îlona 2023yan kesekî Ukraynî yê bi navê Oleksandr S. (37) di vajinayê hevjîna xwe ya berê ya Moldovayî ya 36 salî de fîşekên hewayî teqandibû.

Dadgeha Çekyayê, ji ber teşebusa kuştinê 18 sal cezayê girtîgehê li Oleksandr S. yê Ukraynî birî.

Oleksandr S. li dadgehê îdia kir ku ew bi qeza bûye û wî nexwestiye ku agir bi fîşekan bixe lê tenê xwestiyê ronî bike.

Dadger di vê mijarê de çavê li bûyerê negirtin û wan sûc îspat kir.

Pêşî seks, paşê kiryara hovane

Di dema tawanê de, jina ji Moldovayê jixwe ji mêrê xwe yê Ukraynî cuda dijiya û îlona borî li bajarê Kozlanyê yê Çekyayê bi wî re hevdîtin kir da ku belgeyên girîng jê bistîne.

Li gorî îdiayan, wê rojê jinikê destûr daye mêrê xwe yê berê ku pê re seks bike.

Piştre mêrik jê xweştiya ku ji biryara xwe ya veqetandinê vegere û dîsa li mêrik vegere.

Jinik jî ji mêrê xwe yê berê re dibêje, "Na." Piştî vê yekê karesatê dest pê kir.

Jina Moldovayî li dadgehê wiha axivî:

"Wî fîşekeke hewayî xist vajinayê min. Wî berê jî tiştekî wisa kiribû.

Di destê wî de hesteyek hebû lê pênexist, tenê dixwest min bitirsîne.

Min digot qey wê dîsa wisa bike. Lê belê agir bi fîşekê xwest û fîşek teqand."

Li nexweşxaneyê derew kir

Li şûna ku tavilê alîkariyê wergire, Oleksandr S. jina xwe bir nexweşxaneya bajarê Plzenê ku hema hema 40 kîlometreyî dûr e cihê bûyerê ye.

Oleksandr S. li nexweşxaneyê ji bijîşkan re derew kir û ji wan re gotiye birînên jina wî ji ber derbeyên ku ji zikê xwe wergiriye wisa bûye.

Bijîşkan li nexweşxaneyê yekser mudaxale kir û jinikê ji mirinê xelas kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst