Parêzerekî Kurd: Li gorî qanûna Almanyayê alîkariya koçberan wekî qaçaxçîtî tê hesibandin
Dusseldorf (Rûdaw) - Parêzerekî Kurd ê li Almanyayê ragiahnd ku di yasaya wî welatî de her cûre alîkariyeke koçberan, alîkariya xizmîtiyê jî di nav de, ji bo koçber derbasî Almanyayê bibin, wekî qaçaxçîtiya koçberan tê hesibandin.
Roj Xelefê ku li Almanyayê parêzer e, da zanîn ku eger li Almanyayê sûcê qaçaxçîbûnê li ser kesekî bê tespîtkirin, wê demê yan dê bi pereyan were cezakirin an jî heta 15 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Parêzerê Kurd diyar kir li Almanyayê kes nayê girtin eger belge li ser nebin û got:
“Mixabin merivên me yê Kurd gelek caran ji ber ku nizanin û haya wan jê tune ye, ji ber ruhê xwe yê alîkarî û xizmîtiyê alîkariya koçberan dikin, lê ev yek di qanûnê de wek qaçaxçîtiya koçberan tê dîtin.
Parêzer Roj Xelef wiha pê de çû:
“Fikrên me Kurdan û Almanan pir ji hev cuda yne û em wekî parêzer rastî gelek zehmetiyan tên ji bo ku em zelal bikin ku ew alîkarî ne girêdayî qaçaxçîtiyê lê girêdayê çandê ye.
Ew bawer nakin ku ew kar ji ber alîkarî û mirovatiyê tê kirin, li şûnê wiha bawer dikin ku wekî pîşe û qaçaxçîtiyê tê kirin.”
Parêzerê navborî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku vêga li Almanyayê ji ber koça neqanûnî rewşeke wisa derketiye holê ku dixwazin xalên kontrolê li ser sînoran bi cih bikin lê ev yek li gorî yasayên Ewropayê qedexe ye.
Bi baweriya parêzer Roj Xelef, eger ev biryar were bicihanîn, wê demê Almanya li dijî qanûnên xwe tevdigere û her wisa tê wê wateyê jî ku yasaya Ewropayê qebûl nake.
Roj Xelek di vî warî de got:
“Ez di wê baweriyê de me ku siyasetmedarên ku dixwazin vî karî bikin, tenê ji bo razîkirina gelê xwe wiha dikin, heke na baweriya wan bi xwe jî bi vî karî nayê.”
Parêzerê Kurd anî ziman ku pirsgirêkeke koçber û mirovên ji Rojhilata Navîn heye, ev pirsgirêk jî ew e ku ew dixwazin mafên xwe bi destên xwe bistînin.
Lê qanûna Almanyayê rê nade vê yekê û divê ji bo wergirtina mafên tu xwe serî li yasa û hikûmetê bidî û ew dê ji te re bistînin.