Yekîtiya Ewropayê par mafê rûniştinê daye 3,7 milyon kesan

Dusseldorf (Rûdaw) – Sala 2023yan li Yekîtiya Ewropayê (YE) 3,7 milyon kesan mafê rûniştinê wergirtine.

Rêjeya herî mezin a kesên ku mafê rûniştinê wergirtine bi rêya yekkirina malbatê bûye û 3 ji 1ê wê jî ji bo kar bûye.

Ajansa Amaran a YEyê destnîşan kir ku ev hejmar di dîrokê de ya herî zêde ye.

Piraniya kesên mafê rûniştinê wergirtine koçberên ku ji Ukrayna, Belarûs û Hindistanê çûne.

Her wiha hejmareke zêde ya Sûriye û Efxanistanê jî heye lê Îraq, Îran û Tirkiye di nav wan de nînin.