Papa: Trump û Harris li dijî jiyanê ne!

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Papa Francis Kamala Harris Donald Trump Hilbijartinên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Papayê Vatîkanê diyar kir, ji ber ku namzedê Demokratan alîgirê jiberbirina zarokan e û hevrikê wî yê Komarî jî li dijî koçberan e, “ew her du jî li dijî jiyanê ne”.

Papayê Vatîkanê Francis roja Înê piştî gera xwe ya 12 rojî ya Asyayê vegeriya Romayê.

Papa Francis ragihand:

“Kamala Harris û Donald Trump li dijî jiyanê ne.

Yek koçberan red dike û yek jî zarokan dikuje.”

Papa Francis her wiha anî ziman:

“Ez ne Amerîkî me û li wir deng nadim lê bila eşkere be ku dersînorkirina koçberan û nehiştina karkirina wan tawaneke giran e.”

Namzedê Komarî Donald Trump biryar da ku eger di hilbijartinên 5ê Çiriya Paşînê de bi ser bikeve dê 11 milyon penaberî dersînor bike.

Li aliyê din, Kamala Harris alîgirê jiberbirina zarokan e û dibêje jin dikarin li ser laşê xwe biryarê bidin.

"Divê mirov li gorî baweriya xwe vê biryarê bidin"

Donald Trump li dijî wê derdikeve û wiha got:

“Çawa dibe zarokek di zikê dayîka xwe de û 9 mehî be were jiberbirin? Ev kuştin û îdam e.”

Papayê Vatîkanê da zanîn:

“Divê gel dengê xwe bide kesê ku tawana wî siviktir û zerera wî kêmtir e.

Divê mirov li gorî baweriya xwe vê biryarê bidin.”

Hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê meha Çiriya Paşînê dê werin kirin.

Destpêkê Serokê Amerîkayê Joe Biden namzedê Partiya Demokrat bû lê ji ber zextên endamên partiyê yên li ser tenduristiya wî vekişiya û piştgiriya xwe ji bo cîgirê xwe Kamala Harrisê nîşan da.

Heger Kamala Harris di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê sê rekoran bişikîne.

Ew dê bibe yekem jina ku bûye serok, yekem jina çermreş a ku bûye serok û yekem Seroka Amerîkayê ya bi eslê xwe Asyayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst