Pisporan hişyarî da: Divê Rûsya ji bihabûnê re amade be

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporên darayî hişyariyê didin ku divê welatiyên Rûsyayê amade bin ji bo bihabûna berhemên xorakê.

Ji ber daketina nirxê rubleyê, bihayên berhemên hawirdekirî ji xwe ji zû de giran bûye.

Pispor dibêjin ji vir û pê ve, ne tenê berhemên hawirdekirî, yên xwemalî jî dê biha bibin.

Îbrahîm û Leylayê berî 10 salan dest bi bazirganiya berhemên xorakê kirin.

Ew ji Komara Daxistanê ya ji başûrê Rûsyayê ne û bazirganiya wan jî, bi giranî li ser goşt e.

Bazirganê goşt Îbrahîm Îbrahîmov got:

“Em li Rûsyayê dixebitin û bazirganiya me tenê bi rubleyê ye lê dîsa jî daketina nirxê rubleyê bandorê li karê me dike.

Em neçar dibin ku bihayê berhemên xwe bilind bikin da ku mesrefên xwe yên wek veguhestin, embarkirin, kirêya dikan û yên din qerebû bikin. Me ji neçarî goşt biha kir.”

“Dema ku nirx diguherin, bandorê li firotinê dike”

Firoşkar Leyla Îbrahîmovê jî anî ziman:

“Mişterî pir kêm bûne, ji ber ku bihayê her tiştî giran dibe. Mişterî demekê hînî bihayekê dibe.

Dema ku ew nirx diguherin, bandorê li firotinê dike.”

Tê çaverêkirin ku pêleke nû ya bihabûna berhemên wek goşt, masî, şekir, sebze, fêkî, nan û heta xwarina zarokan jî li ber derî ye.

Li gor amarên fermî ji destpêkê salê ve, bihaya xwarinên bingehîn ên wek goşt û masî bi rêjeya ji sedî 15, nan ji sedî 10, çay û qehwe jî ji sedî 5 bûha bûye.

“Em jî li cihên erzantir digerin”

Gasanê şofêr jî li ser bihabûnê got:

“Giranî li hemû bazaran heye. Li vê bazarê jî diyar e.

Ne mîna bazar û marketên din e. Em jî li cihên erzantir digerin.”

Welatiya malnîşîn Lidya Vladîmîrovnayê jî anî ziman:

“Bihayê kelûpelan li bazarê bi berdewamî bilind dibe lê mûçe naguhere.

Em jî neçar in li gor budceya xwe tevbigerin.”

Bi amarên fermî, ji serê salê heta niha bihayên berhemên xorakê bi giştî ji sedî 7,7 zêde bûne.

Ev rêje, ji enflasyona fermî ya ku di asta salane de ji sedî 4,3 bû, gelekî bilindtir e.

Pispor hişyarî didin ku vê payîzê, enflasyon dê bi rêjeyeke rekor bilind bibe.