Parlamentoya Ewropayê: Tirkiye di van şert û mercan de nikare bibe endam

14-09-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Tirkiye Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê, rapora derbarê Tirkiyeyê de pesend kir.

Di raporê de tê gotin ku “Pêvajoya Tirkiyeyê ya endamtiya Ewropayê di şert û mercên heyî de berdewam nake.”

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê Sanchez Amor ê Îspanyolî, reşnivîsa rapora Tirkiyeyê ya îsal amade kir.

Di raporê de mijarên wekî pirsa Kurd, demokrasî, mafên mirovan, Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Qibris, peywendiyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê, endamtiya Swêdê ya NATOyê û peywendiyên Enqere û Moskowê cih digirin.

Duh li Parlamentoya Ewropayê deng li ser rapora Tirkiyeyê hat dayîn û rapor bi piraniya dengan hat pesendkirin.

Rapor bi 434 dengên erê hat qebûlkirin

Rapor bi 434 dengên "erê" li hemberî 18 dengên "na" û 152 dengên "bêalî" hat pesendkirin.

Di raporê de hat gotin ku “Heta hikûmeta Tirkiyeyê rotaya xwe bi awayekî mezin neguhere, pêvajoya Tirkiyeyê ya endamtiya Ewropayê di şert û mercên heyî de berdewam nake.”

Di raporê de hatiye nivîsîn ku peywendiyên Enqere û Moskowê bondoreke neyînî li pêwendiyên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê dikin.

Herwiha hat gotin ku "Derengxistina endamtiya Swêdê ya NATOyê di berjewendiya Rûsyayê de ye."

Demîrtaş û Kavala hatin bibîrxistin

Di beşeke din raporê de girtina Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala hat bibîrxistin û hat gotin:

“Divê Tirkiye pêbendî biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgehê Mafên Mirovan a Ewropayê be.”

Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê dixwaze ji bo “Pirsa Kurd” pêvajoyeke siyasî ya nû û rêzdar bide destpêkirin.

Herwiha di reşnivîsa raporê de zêdebûna bandora saziya diyanetê ya li ser sîstema perwerdeyê wekî metirsiyekê cih digire.

“Divê rêz li mafên mirovan bê girtin”

Parlamentoya Ewropayê piştgiriya nûjenkirina Yekitiya Gumrikê kiriye û nivîsandiye:

“Heta rêz li mafên mirovan û azadiyên bingehîn neyê girtin, pêwendiyên cîrantiyê yên baş û şertên rêkeftinnameya pêvek ji bo hemû dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê neyên cîbicîkirin”

“Tirkiyeyê helwesta xwe neguhertiye”

Herwiha Parlamentoya Ewropayê diyar kir, “Heta hikûmeta Tirkiyeyê helwêsta xwe bi awayekî berbiçav neguhere pêvajoya sekinî ya endamtiya Tirkiyeyê careke din dest pê nake.”

Parlamentoya Ewropayê ji bo pirsgirêka endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, ji hikûmeta Tirkiyeyê, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û saziyên Ewropayê dixwaze, di navbera aliyan de “hevbeşiyeke stratejîk û karîger” bê avakirin.

Di heman demê de bang li Komîsyona Ewropayê kir ku li ser çarçoveyeke rasteqîne ya wekî “rêkeftineke hevbeşiyê ya hatiye nûjenkirin” kar bike.

“Tirkiye welatiyên xwe yên li Ewropayê bi kar tîne”

Di raporê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku Tirkiye bi rêya welatiyên xwe yên li welatên Ewropayê midaxeleyî di karên navxweyî yên welatên endamên Ewropayê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst