ERDHEJA MEXRIBÊ – Hejmara miriyan gihişt 2 hezar û 946an

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Karên Navxwe ya Mexribê amarên erdheja ku li Marakeşê çêbûbû ragihandin. 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, hejmara kesên ku di erdhejê de mirin gihişt 2 hezar û 946an.

Wezaretê da zanîn ku hejmara birîndaran jî gihiştiye 5 hezar û 674an.

Hat gotin ku ji kesên mirî 2 hezar û 944 kes hatine veşartin.

Li Mexribê 8ê Îlonê, li gorî dema herêmî saet 23:10an li herêma El-Huzê ya bajarê Marakeşê bi mezinahiya 7an erd hejiyabû.

Erdhejê xeyn ji Marakeşê, bandor paytext Rabat û bajarên Kazablanka, Meknes, Axadîr û Fesê jî kiribû.