Navê paytexta Kazaxistanê careke din tê guhertin

Hewlêr (Rûdaw) – Careke din guhertin di navê paytexta Kazaxistanê de tê kirin û navê wê ji Nursultan bo Astana tê guherandin.  

Guhertina navê paytext û vegerandina navê Astana bi pêşniyara parlamentoya Kazaxistanê û pejirandina serokkomarê wî welatî Tokayev bûye. Bi biryara nû re, paytexta Kazaxistanê navê xwe yê berê Astana werdigre.

Li gor zanyariyan, baskê jêrîn ê parlamentoya Kazaxistanê pêşniyara guherandin û vegerandina navê berê yê paytext kiribû û Serokkomarê Kazaxistanê Kasim Comert Tokayev jî ev yek pejirandibû.

Berdevkê Serokkomariya Kazakistanê Ruslan Celdibay roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 di daxuyaniyekê de ragihandiye,  Serokkomar Kasım Comert Tokayev derbarê mijarê de agahdar bûye û ji aliyê Serokkomar ve hatiye qebûlkirin.

Celdîbay got, “Di heman demê de Serokkomar rola diyarker a Nursultan Nazarbayev di bihêzkirina Kazaxistanê de wek dewlet û di avakirina paytextê de jî rastiyeke dîrokî dibîne.”

Tokayev pêşniyar kiribû ku navê Nazarbayev li paytext were kirin

Ji ber vê sedemê Celdibay diyar kir ku divê navê serokkomarê damezrîner Nazarbayev li ser saziyên din bimîne.

Serokomarê berê yê Kazaxistanê, Nazarbayev piştî ku nêzî 30 salan li welêt desthilatdar bû, di Adara 2019an de dest ji kar berdabû û li cihê wî Kasim Comert Tokayev bibû serokkomar.

Tokayev demek kurt piştî destbiakrbûna xwe wek serokkomar, navê paytexta welat guherand û navê wê kir Nursultan.