Alîgirên opozisyonê hilbijartinên Rûsyayê weke 'şano' bi nav dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartineke pêşwext de, ji 17ê heta 19ê vê mehê, 14 partiyên siyasî yên Rûsyayê, rikeberiyê li ser bidestxistina 450 kursiyên parlamentoya Rûsyayê naskirî bi Dumayê dikin.

Beşek ji alîgirên opozîsyonê, wê hilbijartine weke "şano" bi nav dikin, bi sedema ku zêdehiya serkirde û kesayetiyên diyar ên opozîsyona wî welatî, ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin yan jî rê bi wan nayê dayîn ku beşdariyê di hilbijartinê de bikin. Di nav wan de jî Alexei Navalny (Aleksî Navalnî), Serokê Partiya "Rûsya Bo Pêşerojê" û endamên din ên wê partiyê hene.

Anton Kositsyn, welatiyekî Rûsyayê dibêje: “Xuya ye ku helbijartin dê bibin şerm bo hikûmetê, ez matmayî dimînim derbarê tevgera deshilatê de li dijî opozisyonê. Nebûna bijardeya rast, cihê mixabiniyê ye.”

Rojnameya Moskow Times ku rojnameyeke serbixwe ye, behsa wê yekê dike ku ji ber nebûna berbijêrên opozisyonê, hejmareke zêde ya xelkê naxwazin beşdariyê di dengdanê de bikin, lê ji aliyê xwediyên karê xwe ve gef li wan hatine kirin ku eger deng nedin, karên xwe ji dest didin. 

Grigori Matviv, akinciyekî din ê Moskowê dibêje: “Mixabin ti bijardeyeke me nîne. Em hemû wê tiştê dizanin û dibînin. Çi bêjim. Zehmet e bi geşbînî li vê hilbijartinê binêrî.”

Ji 450 kursiyên parlamentoyê, niha partiya Putin ku navê wê "Rûsyaya Yekbûyî" ye, xwediyê 336 kursiyan e. Rapirsî ameje bi wê yekê didin ku vê carê jî ew partî zêdetirîn rêjeya dengan bidestdixe.

Beşek ji xelkê Rûsyayê jî di wê bawerê de ne ku mayîna partiya Putin li ser desthilatê, pêgeha Rûsyayê li cîhanê bi bihêzî dihêle.

Welatiyek dibêje: “Ez dengê xwe didim Rûsyaya Yekbûyî û Putîn. ji ber ku wî nîvgirava Kirimê bo Rûsyayê vegerand.”

Endire Komov, niştecihekî din ê paytexta Rûsyayê diyar dike: "Tiştek nebe jî, hikûmeta Moskow bi dilê min e, ez ji hikûmet û serokê Rûsya hez dikim."

Hevdem Moskow, Amerîkayê bi destwerdana di hiêbijartinan de tometbar dike.

Roja Înê Wezareta Derve ya Rûsyayê, Balyozê Amerîkayê yê li Moskowê  gazî kir û nîgeraniyên welatê xwe li beramber jikarnexistina sepaneke ku alîgirên Navalny ji bo wê yekê bikartînin ku xelkê han didin li dijî partiya Putin deng bidin, gihande wî.

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, belgeyên eşkere li ber destê wan hene ku wê sepanê peywendî bi Pentagonê ve heye.

Lê Amerîkayê heta niha ti helwestek li hember wan tohmetan nîşan nedaye.