Geştên asmanî di navbera Moskow- Bexda de destpê dikin

Moskow (Rûdaw) - Navenda kargêriyê ya ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê li Rûsyayê roja 13ê Îlonê destûr da ku sînordariyên li ber seferên birêkûpêk ên ji Rûsyayê ber bi çar welatên din bên rakirin. Di nav wan welatan de: Iraq, Spanya, Slovakya û Kenya cih digrin.

Ev biryar dê di 21ê Îlonê de bikeve meriyetê. Ev agahî di kanala telegramê ya Hikumeta Rûsyayê de hatiye belavkirin.

Li gorî biryarê, destûr tê dayîn ku di nava heftiyê de du geştên esmanî di navbera Rûsyayê û firokexaneya Bexdayê de bên kirin.

Xwendekarên Herêma Kurdistanê yên ku li zanîngehên Rûsyayê dixwînin, yên ku ji meha Adarê sala 2020 ve bi destpêbûna pandemiya koronavîrûsê nedikarîn vegerin Rûsyayê, êdî dikarin ji 21 Îlonê ji nû ve dest bi xwendina xwe bikin.

Ji aliyê din, piştî rabûna sînordariyên li pêş seferên asmanî, Balyozxaneya Iraqê ya li Moskowê jî ragihand, ku welatiyên Rûsyayê bi testên PCR ku nebûna pêketina bi Covid-19 piştrast bike, dikarin serdana Iraqê bikin.

Dîplomatên Iraqê destnîşan kirine, ku eger ku belgeya piştrastiya nebûna pêketina bi koronavîrûsê hebe, dê destûra ketina Iraqê bidin kesên ku berê xwe didin wî welatî. Ji bo vê yekê, divê testa PCR bê pêşkêşkirin.

Li gorî agahiya konsûlxaneya Îraqê, welatiyên Rûsyayê dikarin rasterast li Firokexaneya Bexdayê vîzeya ji bo têketina Iraqê wergirin.