Ji ber agirê li California û Oregonê 29 kesan canê xwe ji dest dan

14-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê daristanên wilayeta California û Oregonê berdewam berfireh dibe, di dema çend hefteyên derbasbûyî de li Amerîkayê bi kêmanî 29 kes ji ber bûyerên derketina agir canê xwe ji dest dane, 10 ji wan qurbaniyan li wilayeta Oregon û 19 jî li California bûn.

Nêzîkî mehekê dibe ku agir bi daristanên eyaleta California ya Amerîakyê ketiye û bûye sedema zerarên canî û maddî, lê agirê Oregonê bilez iehiştiye nav mal û milkê xelkê û ji ber şewata li wê eyaletê zêdeyî 3880 kîlometre çarkoşe şewitiye.

Berpirsên Berevaniya Şaristanî ya eyaleta Oreganê sedema bilez belavbûna agir bi kêmbûna çavkaniyên pêwîst ve girêdidin wek hêza berevaniyê û kelûpelên vemirandina agir.

Çêbûna dûkeleke reş li ser navçeyên peravên rojavayê Amerîkayê û pîskirina jîngehê ji xeynî zerarên canî û maddî, pirsgirêkeke din a agirê vê dawiyê ye ku ligel krîza Coronayê û xwepêşandanên tejî alozî, Amerîka bi xwe ve mijûl kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst