Penaberên Kurd ên li kampa Dunkirk a Fransayê têne veguhestin

14-09-2019
RÛDAW
Hejmareke zêde ya penaberan li ser sînorê Fransa û Brîtanyayê mane
Hejmareke zêde ya penaberan li ser sînorê Fransa û Brîtanyayê mane
Nîşan Fransa Kampa Grande-Synthe Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Fransayê hişyariya derxistina koçberên Kampa Grande-Synthe ya li bajarê ber peravê Dunkirkê daye ku di nav wan de hejmareke Kurd jî hene. Herçiqas ev koçber di nav kampê de jiyaneke xweş najîn jî, naxwazin werin dersînorkirin

Li nav Kampa Dunkirk a Fransayê guhê xwe didin straneke şahiya Kurdî, lê dibe ku ev stran ji bo nehiştina xem û nîgeraniyên wan be. Hikûmeta Fransayê hişyariya derxistina koçberên Kampa Grande-Synthe ya li bajarê ber peravê Dunkirkê daye. Hejmara koçberên li vê kampê 70ê malbat e, piraniya wan bêyî ku berê xwe bidin kamereyan, daxwaz ji hikûmeta Fransayê kirin ku wan ji vê kampê derbider neke.

Koçberê Herêma Kurdistanê Fecan  dibêje: "Ez daxwazê ji wan kesan dikim, tika ye vê derê negirin. Baş e piştî girtina vê derê xelk çi bike?"

Ne koçberek û didu ne ku biryara hikûmeta Fransayê ew nîgeran kirine û ditirsîn piştî derxistina wan a ji kampê bêçare bimînin. Piştî ku roja Pêncşemê Kampa Kalê ji koçberan vala kir, koçberên Kampa Dunkirk dizanin ku vê carê desthilatdar li ser biryara xwe ciddî ne.

Koçbera Iraqî Esra jî wiha axivî: "Ev pirsgirêka hemûyan e ne tenê ya min. Em hemû xwedan malbat û zarok in. Di nêzîk de zivistan tê ber deriyên me. Bi serma û şewbê dikevin. Daxwazê ji hikûmetê dikim ku hevkariya van koçberan bike. Ji ber dixwazin bi belgenameyên yasayî kar bikin. Ew xwe naxin nav siyasetê."

Herçiqas ev koçber di nav kampê de jî jiyaneke xweş najîn, lê gehiştine nîvê rê bo jiyaneke xweş, naxwazin werin dersînorkirin an jî çarenivîsa wan nediyar be. Rêxistinên mirovî nikarin li ber helwêsta hikûmeta Fransayê rabin, tenê dikarin alîkariya mirovî pêşkêşî van koçberan bikin ku li bendê ne werin derbiderkirin.

Endama Rêxistina Care Calais Sara Pery  jî got: "Piraniya rêxistinan, Fransî, Ingilîzî û yên din hatine vê derê. Ew dizanin biçin ku. Dixwazin piştgirî, xwerak û cil û bergan dabîn bikin. Eger ji hev qut bibin dibe ku biçin cihên din. Wek leyîstika bipeyketina mişk lê hatiye. Belê ev xelk hewl didin çareseriyeke din bibînin eger hat û li Fransa neman û li navçeyê hatin gerandin."

Piştî 2014ê û berfirehbûna şerê dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, hejmareke zêde ya xelkê ji Rojhilata Navîn koçî Ewropayê kirin. Hinekan ji wan koçberan berê xwe dan Fransayê, beşa herî zêde ya wan koçberan jî ku di jêr çavdêriya hikûmeta Fransayê de ne, armanca wan ew e ku derbasî Fransayê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst