Dmitry Peskov: Em ji rewşa Idlibê nîgeran in

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku di civîna Encûmena Ewlekariyê ya Federasyona Rûsyayê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin rewşa Sûriyê bi taybetî jî parêzgeha Idlibê nirxandiye.

 

Dmitry Peskov da zanîn ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civînê de li ser naveroka hevdîtinên Foruma Aborî ya Rojhilatê Rûsyayê agahî dane.

 

Berdevkê Kremlînê got ku di cîvînê de rewşa Idlibê jî hatiye gotûbêjkirin û endamên Encûmena Ewlekariyê ji ber çalakbûna terorîstan li Idlibê, nîgeraniyên xwe anîne ziman.

 

Şandina hêzên zêdetir ji aliyê Tirkiyê ve bo ser sînorê Sûriyê piştî nîgeraniyên wî welatî ji operasyona artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê tê.

 

Hikûmeta Sûriyê amadekariyan dike, daku êrişî parêzgeha Idlibê bike, ku dawîn pêgeha komên çekdar ên opozisyona Sûriyê li bakurê Sûriyê ye û Rûsya û Îran jî piştgiriya encamdana wê operasyonê dikin.

 

Tirkiye li dijî pêkanîna her core operasyonekê li Idlibê ye û di civîna lûtke ya Tehranê de jî, ku serokên hersê welatên Tirkiye, Rûsya û Îranê tevî wezîrên derve yên hersê welatan civiyan, Erdogan daxwaz ji Vladimir Putin û Hesen Ruhanî kir, ku agirbestek li Idlibê were ragihandin, lê Putin û Ruhanî tekezî li ser mafê hikûmeta Sûriyê bo kontrolkirina tevahiya axa wî welatî û bi taybet Idlibê kirin û komên çekdar ên li Idlibê weke komên radîkal û terorîst bi nav kirin.