Yûnanistan - Ew koçberê Kurd 7 meh e bi zarokên xwe ve asê maye

Yûnanistan (Rûdaw) – Rewşa koçberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Yûnanistanê û bi taybet jî zarokan gelek xirab e û bi rêya Rûdawê gelek gazindeyan li welatên Ewropayê dikin.

 

Nazim an jî bavê Şêrîn yek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê ye , ku bihtirî 7 mehan li bajarê Salonîk ê li bakurê Yûnanistanê asê maye.

 

Nazim bavê 3 zarokan e , yek ji wan nexweş e û pêdîviya wê bi xizmeteke taybet heye.

 

Wî bi dilşewatî ji Rûdawê re behsa rewşa koçberên di kampên Yûnanistanê de kir.