Sîsî: Nabe hevpeymaniya li dijî terorê tenê DAIŞê bigire

14-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê Misrê Abdulfetah el-Sîsî ragihand ku operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê nabe tenê bi rêxistina DAIŞê re sînordar bin û tekez kir ku divê li dijî hemû komên terorîst ên cîhanê operasyon bê kirin.

 

Di hevdîtina Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry ligel Serokomarê Misrê, Abdulhetah el-Sîsî de, li ser hewlên navdewletî yên li dijî terorê bi taybetî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin.

 

Sîsî jibilî amadehiya welatê xwe bo tevlîbûna hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, amaje bi wê yekê kir ku nabe operasyonên wê hevpeymaniyê tenê li dijî rêxistina DAIŞê bin û daxwaz kir ku ew operasyon tevahiya wan komên terorîstî yên cîhanî vegirin.

 

Sîsî di wê civînê de ji John Kerry re behsa hebûna grupa Ensar Beytul Meqdis kir ku li navçeya Sînayê ya Misrê çalakiyan dikin û tekez kir ku divê operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî wê komê jî bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst