Hollande ligel wezîrên derve yên sê welatên ereb civiya

Hewlêr (Rûdaw)- serokê Fransa, François Hollande ligel wezîrên derve yên her sê welatên Erebistana Seûdî, Mîrnişînên Erebî û Urdunê derbarê rewşa Sûriyê de civiya.

 

Duh Di daxuyaniyekê de, serokatiya Fransayê ragihand ku ev hevdîtin derfetek bû ji bo guftûgokirina pêşhatên herî dawî yên kêferata Sûriyê û hevsazkirina helwestan ji bo qonaxa bê.

 

Di daxuyaniyê de, herwiha hatibû ku serokê Fransayê û mêvanên wî tekezî li ser wê yekê kirin ku girîng e fişar li ser rejîma Esed berdewam be da ku rê lipêş bikaranîna çekên kîmyayî bê girtin û diyaloga ji bo çareseriya siyasî bê destpêkirin.

 

Di vê çarçoveyê de, serokê Fransa û mêvanên wî li ser girîngiya zêdekirina alîkariya opozisyona demokratîk li hev kirin da ku li pêş êrîşên rejîmê raweste.