Artêşa Ukraynayê 74 cihên niştecihbûnê li Rûsyayê kontrol dike

16 xulek berê
RÛDAW
Nîşan UUkrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Ukraynayê ber bi Rûsyayê ve pêş diçe û heta niha kontrola 74 cihên niştecihbûnê li wî welatî  bi dest xistiye.

Hêzên Rûsyayê li Herêma Kurskê hewl dide rê li ber pêşketina artêşa Ukraynayê bigire.

Niha ew dever bûye eniyeke nû ya şerê dû sal û nîv ê navbera artêşên herdû welatan.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Ukraynayê Oleksandr Syrsky got:

“Heta niha me 74 cihên niştecihbûnê kontrol kirine û şer jî bi dirêjahiya eniyên pêş berdewam dike.

Li gel ku şer dijwar e, rewş di bin kontrolê de ye û em li ser operasyonên xwe jî berdewam dibin.”

Artêşa Ukraynayê 6ê Tebaxê karî hêlên parastina Rûsyayê li Herêma Kurskê bibire û biçe nav axa wî welatî.

Ev ji destpêka şerê Ukraynayê ve wekî mezintirîn êrişa bejahî ya Ukrayniyan ya li Rûsyayê tê hesabkirin.

Serokerkanê Ukraynayê dibêje, heta niha zêdeyî hezar kîlometre çargoşe axa Rûsyayê kontrol kirine.

Rûsya jî dibêje ku nêzîkî 120 hezar kesan ew herêm bi cih hiştine, 12 sivîl hatine kuştin, 121ê din birîndar bûne û herî kêm 2 hezar kes jî wenda ne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê amaje bi wê yekê dide ku di wî şerê 8 rojî de zêdeyî 2 hezar leşkerên Ukraynayê kuştine û birîndar kirine.

Herwiha 35 tank, 31 otomobîlên veguhastina leşkerî, 18 zirxpoş, 4 sîstemên parastina asmanî ya dije-mûşek û zêdeyî 50 dron têk şikandine.

Berpirsê Ragihandina Yekeya Bakur a Artêşa Rûsyayê Yaroslav Yakimkin jî got:

“Hêzên çekdar ên Rûsyayê li ser bersivdana hêzên Ukraynayê berdewam in ku hewl didin axa Rûsyaya Federal dagîr bikin.

Ji bo wê armancê jî Yekeya Bakur û Hêza Yedek bi rêya firokeyên şer, dron û topavêjan, karîne pêşketina hêzên dijmin rawestînin.”

Ukrayna dibêje, naxwazin li wan navçeyên kontrol kirine bimînin lê amaje bi wê yekê dide ku Herêma Kursk yek ji wan navçeyan bû ku di dûv mehên borî de Rûsyayê zêdeyî 2 hezar êrîş ji wê derê birine ser axa Ukraynayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst