Piştî Sûriyeyê herî zêde welatiyên Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Koçberî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê îsal hezar qaçaxçiyê mirovan hatine desteserkirin, 89 ji wan welatiyên Tirkiyeyê ne.

Meha tîrmehê piştî welatiyên Sûriyeyê herî zêde welatiyên Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye.

Ji welatên Rojhilata Navîn û Afrîqayê koçberiya ber bi Almanyayê ve zêde bûye.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê ragihand ku di 5 mehên destpêkê de hezar qaçaxçiyê mirovan hatine desteserkirin.

Ji qaçaxçiyên ku hatine desteserkirin 89 welatiyên Tirkiyeyê, 150 welatiyên Ukraynayê, 148 welatiyên Sûriyeyê, 65 welatiyên Almanyayê, 56 welatiyên Efxanistanê û 50 kes jî welatiyên Gurcistanê ne.

Nancy Faeserê diyar kir ku qaçaxçiyê mirovan xwe li gorî rewşê diguherin û li hemberî tedbîrên ewlehiyê rêbazên nû bi kar tînin.

“Rêyên nû dibînin”

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê li ser qaçaxçiyan herwiha anî ziman:

“Qaçaxçî li hemberî tedbîrên ewlehiyê rêyên nû dibînin û pereyên zêde ji koçberan werdigirin.

Qaçaxçî jiyana mirovan dixin metirsiyê û ji rewşa wan a zehmet bi awayekî nemirovane sûdê werdigrin. Em dê li dijî vê tawana xirab bi tundî tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Li gorî amarên meha tîrmehê yên Daîreya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF), îsal li Almanyayê serlêdanên penaberiyê li gorî sala par ji sedî 78 zêde bûne.

Tenê meha tîrmehê 23 hezar û 674 kesan serî li penabertiyê daye û hejmara salê jî gihîştiye 188 hezar û 967 kesan.

Herî zêde welatiyên Sûriye, Efxanistan û Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiriye

23 hezar û 846 welatiyên Tirkiyeyê ji Almanyayê daxwaza penaberiyê kiriye.

Ev hejmar li gorî heman mehên sala par ji sedî 202,9 zêde bûye.

Di meha tîrmehê de jî hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ku koç kiriye hejmara welatiyên Efxanistanê derbas kiriye.

Tirkiye piştî Sûriyeyê di rêza duyem de cih girtiye. Meha Tîrmeha 2023an 3 hezar û 791 welatiyên Tirkiyeyê bi awayekî qaçax çûne Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst