Erebistana Siûdî îsal 120 kes darve kirine

14-08-2022
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Darvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Erebistana Siûdî-Ewropa ragihand, Erebistana Siûdî ji serê salê heta niha 120 kes darve kirine, heger di vê astê de berdewam bike, dibe ku di nav salekê de rekorekê tomar bike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Erebistana Siûdî-Ewropa eşkere kir ku rayedarên Erebistana Siûdî di şeş mehên sala 2022an de 120 kes darve kirine ku ji wan 101 ji Erebistana Siûdiyê û 19 kes jî biyanî bûn.

Rêxistinê destnîşan kir, piraniya darvekirinan di meha Adarê de pêk hatine ku 81 kes hatine darve kirin, ev hejmara herî bilind e di dîroka nûjen a Erebistana Siûdî de ye.

Rêxistinê ragihand, heger desthilatdarên Siûdî li ser vê astê berdewam bin dê rekoreke nû ji bo hejmara darvekirinan di salekê de bi dest bixe ku di sala 2019an de bi 186 kesan rekorek tomar kiribû.

Rêxistinê diyar kir ku ji 19 biyaniyên ku îsal li Erebistana Siûdî hatin darvekirin, 9 Yemenî, 3 Misrî, 1 Urdunî û 1 jî Sûrî bû û 5 kesên din jî nehatine eşkerekirin.

Tevî sozên Şazadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ji bo ji holê rakirina hin binpêkirinên mafên mirovan, kuştina rojnamevanê navdar ê Siûdî Cemal Qaşiqcî di Cotmeha 2018an de li Konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê, nav û dengê Erebistana Siûdî di warê mafên mirovan de xirab kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst